Şîlan Şakir: Daxuyaniya Barzanî hevkariya bi Tirkiyeyê re ye

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir got ku di êrîşên li ser başûrê Kurdistanê de welatiyên sivîl tên qetilkirin û ev tişt anî ziman: "Mixabin Nêçîrvan Barzanî tu helwest li dijî êrîşan nîşan neda. Helwesta Erdogan pîroz dike. Ev jî tê wateya ku bi faşîzmê û dagirkeriyê re hevkarî tê kirin. Ev hevkarî rê li ber metirsiyeke mezin vedike."

Şîlan Şakir: Daxuyaniya Barzanî hevkariya bi Tirkiyeyê re ye
7 tîrmeh, 2018   04:59

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bi rêya telefonê li serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan geriya û ew pîroz kir. Barzanî PKK jî bi 'dagirkeriyê' sûcdar kir. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û daxuyaniya serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî nirxand. Şakir, diyar kir daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî tê wateya lihevkirina bi dagirkeriyê re û destnîşan kir ku Erdogan bi van siyasetên xwe dixwaze li Başûr şerê birakujiyê pêk were.

Şîlan Şakir di nirxandina xwe de got ku faşîzma AKP’ê gihaştiye asta herî bilind û wiha  dom kir: "Dewleta tirk a faşîst siyasetên xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne. Siyaseta înkar û tunekirinê li dijî gelê kurd bi pêş dixe. Ev ji aliyê hemû kesan ve êdî tê zanîn. Tevî wê jî di asta cîhanê de der barê siyasetên Tirkiyeyê de bêdengî heye."

'Divê gelê me li hemberî planan hişyar be'

Şîlan Şakir anî ziman ku Erdogan û dewleta tirk hebûna PKK’ê li başûrê Kurdistan wek hincetekê nîşan didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila hemû kes bizane ku ev hinceteke bê esas e. Ji ber hikumeta AKP'ê li dijî hemû gelan e û dewleteke faşîst e. Dewleta tirk li başûrê Kurdistanê dixwaze siyasetên xwe yên faşîst bi rê ve bibe. Armanca dewleta tirk tunekirina gelê kurd e. Hewldana wan êrîşa li ser hemû kurdan e. Di heman demê de hewl didin birakujiyê pêk bînin. Pêwîst e gelê kurd li dijî wan planên dagirkeriyê hişyar be."

'Helwestên bêbandor êrîşan xurttir dikin'

Şîlan Şakir da zanîn ku êrîşên dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê sûcekî pir mezin e û wiha dom kir: "Dewleta tirk sînor derbaskirinê êdî aşkera dike. Derbasbûna sînor hem di milê hawayî û hem di milê bejahî de di asteke bilind  de pêk tê. Pêwîst e dewleta Iraqê helwesteke bibandor nîşan bide. Bê bandora helwestên dewleta Iraqê bandorê li êrîşên dewleta tirk jî bike. Dewleta Iraq û Parlamentoya Iraqê dibe ku dem bi dem daxuyaniyan li dijî êrîşan dide, lê heya niha tu helwesteke zelal nîşan nedaye.

Ev jî lewaziya dewleta Iraqê nîşan dide. Pêwîst e zû helwesta xwe nîşan bidin. Ji ber ku ev daxuyaniyên dewleta Iraqê bersiveke tund ji êrîşên dewleta tirk re raber nake. Bêdengî û helwestên bêbandor tê wateya destekdayîna dagirkeriyê. Ev jî metirsiyeke herî mezin e. Em jî wek Tevgera Azadî dibêjin ku dewleta Iraqê hê jî wateya wê dagirkeriyê fêm nekiriye. Ev dagirkerî eger îro bi hinceta PKK’ê tê kirin, sibe heger karê wan bi PDK'ê nemîne, wê êrîşî wan jî bike."

Hevkariya dagirkeriyê tê kirin

Şîlan Şakir der barê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî de jî ev tişt anî ziman: "Di êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê de gelê sivîl tê qetilkirin. Mixabin tu helwest li dijî wan êrîşan ji aliyê Barzanî ve derneketiye. Ew jî tê wateya ku bi faşîzmê û dagirkeriyê re hevkarî tê kirin. Ev hevkarî rê li ber metirsiyeke mezin vedike.”

'Gelê Başûr tu carî teslîmiyet qebûl nekiriye û nake'

Şîlan Şakir berxwedana gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dewleta tirk bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Gelê başûrê Kurdistanê bi salan li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide. Her li ser pêyan e.  Bi taybet di sala 2014’an de heya niha li dijî hemû êrîş û dagirkeriyan gelê me têkoşîneke xurt pêk tîne. Îro jî li dijî dagirkeriyê rojane çalakiyan li dar dixin. Bêgûman di milê siyasî de eger tu helwesteke bibandor neyê dayîn wê gel bi tenê bimîne. Lê dîsa jî ev gel teslîmiyetê qabûl nekiriye û li ser pêyan e. Li dijî îradeya gelê başûrê Kurdistanê krîzên aborî, civakî û parastin bi siyaseta taybet tê kirin. Armanca wan ji van krîzên heyî, bi vê yekê gel bitirsînin. Lê çalakiyên gel û berxwedana wan hemû plan û dagirkeriya wan vala derdixe."

'Li dijî parçekirinê kongreya neteweyî pêwîst e'

Şîlan Şakir îşaret pê kir ku pêwîst e li dijî êrîşan kongreya neteweyî were lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo hemû êrîşên li ser gelê kurd bê bandor bibin, divê kongreya neteweyî were lidarxistin. Hemû dijminên Kurdistanê li ser esasê parçekirinê tev digerin. Rêya çareseriyê li dijî êrîşan lidarxistina kongreya neteweyî ye."

Hevserokê Tevgera Azadî Şîlan Şakir di dawiya nirxandina xwe de bang li hemû gelê başûrê Kurdistanê kir û ev tişt got: "Heta em dawî li dagikeriyê neynin, pêwîst e em ranewestin. Di hemû aliyan de pêwîst e gelê me asta çalakiyên cur bi cur bilind bike û helwestên dijwartir diyar bike."

 ANHA