`Divê daxwaz û hêviyên gel bingehê destûrê nû be`

Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (Buroya Helebê) Merei Şiblî anî ziman ku divê destûrê Sûriyeyê mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bê ku cûdahî têxe navberê wan, bide.

`Divê daxwaz û hêviyên gel bingehê destûrê nû be`
1 tîrmeh, 2018   04:58

MIHEMED EBDO / HELEB

Hevserokê MSD`ê yê buroya Helebê Merei Şiblî pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas dibe û nîqaşên guhertina destûrê Sûriyê ji ajansa me ANHA`ê re nirxand.

Şiblî ji nirxandina aloziya Sûriyê destbi gotinên xwe kir û wiha got:˝ Di aloziya Sûriyeyê ku 8 salan berdewam dike û ji ber nehat çareser kirin gelê me yê Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe bi milyonan neçarî koçberiyê bûn û gelek kes di avê de xeniqîn û mirin˝.

Mijara çareserkirina aloziya Sûriyê û guhertin destûrê Sûriyeyê ji aliyê Merei ve wiha hat nirxandin:˝ Cinêv û Astana yên di bin navê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de dihatin lidarxistin, negihîştin tu encamê û tiştek nedan gelê Sûriyê. Em gelên Sûriyeyê pêdiviya me bi destûrekî ku me hemûyan li welatekî kom bike û maf û azadiya me misoger bike. Niha Sûriyeyê ji bo dewletên derve bûye lîstgeh û di encama kêmasiyên me de me xwîn rijand lê belê hîna hêza me heye ku em civaka xwe rabikin ser lingan. Divê danûstandin bi hemû aliyan ve were kirin û nema destûr ji hêzên derve re were dayîn ku destwerdana Sûriyê bikin˝.

Şiblî di dawiya gotinên xwe de wiha got:˝ Em weke gelên Sûriyê dozger û parêzerên me hene dikarin destûrê biguherînin û em destewerdana derve naxwazin. Gelên Sûriyeyê daxwaz û hêviyên wan ji destûrê nû heye˝.

(np)

ANHA