Şaredariya Eyn Îsa pirsgirêka kampê çareser dike

Şaredariya Gel a Eyn Îsa dest bi kolana depoya ava kanalîzasyonê kir. Bi vê yekê jî dê ziyanên li ser xweza û şêniyan kêm bibin.

Şaredariya Eyn Îsa pirsgirêka kampê çareser dike
Şaredariya Eyn Îsa pirsgirêka kampê çareser dike
Şaredariya Eyn Îsa pirsgirêka kampê çareser dike
Şaredariya Eyn Îsa pirsgirêka kampê çareser dike
1 tîrmeh, 2018   06:37

GIRÊ SPÎ

Li ser giliyên şêniyên navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê ya Bakurê Sûriyeyê, Şaredariya Gel a navçeyê û bi hevkariya rêveberiya kampê dest bi kolandina depoyên binerd ji bo ava kanalîzyonê kir. Depo li nêzî kampa navçeyê tê amadekirin.

Armanc ji vê yekê jî ew e ku ava kom dibe, zirarê dike û dibe sedema nexweşiyan û belavbûna bêhna nexweş ji holê rabe.

Depo bi dirêjahiya 25 û firehiya 5 metreyan û kûrbûna 3 metreyan hate çêkirin.

Rayedarên şaredariyê destnîşan kir ku xebatên depoyê dê mehekê dirêj bike.

Ava kanalîzyonê ya kampê kom dibe û ev yek bû sedema pirsgirêkan. Li ser vê yekê rêxistineke tûreyên kanalîzyonê di kampê danî, lê li ser çaresiya ava kom dibû kar nekir. Lewma av li cihekî bi qasî 2 hezar metrekare kom bû.

Welatî ji bêhna wê aciz bûn û di heman demê de bû sedema zêdebûna kêş û mûran di nava civakê de.

Der barê vê mijarê de endamê Komîteya Fenî ya Şaredariya Navçeya Eyn Îsa Osman Bozan got ku kolandina depoyê dê çareseriyê ji pirsgirêka avê re peyda bike û destnîşan kir ku ev çareseriyeke demkî ji pirsgirêka kombûna avê re ye. Bozan da zanîn ku şaredariyê cihê depoyê li nêzî cihê kombûna avê diyar dikir û kar niha li ser wî esasî tê meşandin.

ANHA