Gelê Kobanê şehîdên meha Hezîranê û têkoşer Zîlan bîr anîn

Şehîdên meha Hezîranê yên kantona Kobanê û têkoşer Zîlan hatin bîranîn.

Gelê Kobanê şehîdên meha Hezîranê û têkoşer Zîlan bîr anîn
30 hezîran, 2018   20:12

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantonê, di nav de malbatên şehîdan û şervanên YPG û YPG‘ê û Hêzn Asayîşê, endamên saziyan şehîdên kantona Kobanê yên meha Hezîranê bi merasîmekê bi bîranîn.

Di merasîmê de, ji fermandarên YPJ‘ê Kurdistan Serêkaniyê axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîranî û got, "Gelê Kurd deyndarê şehîdan e, ji ber ku şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelan canê xwe feda kirine.

Serêkaniyê banga parastina nirx û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine qezenckirin, kir.

Piştî axaftinan, girese find li ser gorên şehîdan pêxistin.

Bi wesîleya salvegera 22‘yemîn a şehadeta têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) jî Kongreya Star a kantona Kobanê li saloneke bajarê Kobanê civînek lidar xist.

Bi sedan jinên herêma Firatê di civînê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama Koordînasayona Kongreya Star Peyman Aydin axivî û bang li hemû jinan kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û xeta şehîdan bişopînin.

Endama Kongreya Star a kantona Girê Spî jî bal kişand ku çalakiya têkoşer Zîlan rihê fedekariya li gel jinan û têkoşîna wan a li hemberî zulmê nîşan dide.

Di civînê de her wiha, endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê Rengîn Oso jî got, "Îro rojeke dîrokî ji bo hemû jinan e, roja têkoşîna azadî ye."

(bb)

ANHA