Li Efrînê 2 ciwanên din hatin qetilkirin

Li Efrînê cenazeyên 2 ciwanên din ên berê çeteyên dewleta Tirk a dagirker gef li wan dixwarin, hate dîtin.

Li Efrînê 2 ciwanên din hatin qetilkirin
29 hezîran, 2018   05:46

 NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê roj bi roj sûcên giran li dijî mirovahiyê pêk tîn.  Sivîlan direvîn in, destdirêjiyê, talan, xwestina fîdye û komkujî pêk tîn in.

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê, du ciwanên ku 4 roj berê winda bibûn hatin dîtin. Çavkaniyên herêmî ragihandin, Mihemmed Elî yê 17 salî û welatiyê Ereb ê bi navê Xelef ê 35 salî ku bavê 3 zarokan bûn, beriya 4 rojan li gundê Birc Evdello ya navçeya Şêrewa ya Efrînê winda bûn. Cenazeyên her du kesan li nava bexçeyên hinara yên gundê Birc Evdelloyê hatin dîtin.

Xelef, piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, xwe li herêma Efrînê ku herêma ewle bû, girtibû.

Şahidan gotin, çeteyên El-Hamzat ên dewleta Tirk a dagirker, çend roj beriya windabûna Mûhammed Elî û Xelef, gef li wan xwarin.