Şanoya "Dûvê Hespê" ji zarokên Kampa Serdem re hate pêşkêşkirin

Desteya Çand û Hunerê bi hevkariya Rêveberiya Kampa Serdemê Şanoyek bi navê" Dûvê Hespê" li kampê pêşkêş kir.

Şanoya "Dûvê Hespê" ji zarokên Kampa Serdem re hate pêşkêşkirin
28 hezîran, 2018   20:04

ŞEHBA

Piştî hefteyek ji amadekeriyan endamên Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê şanoya bi navê "Dûvê Hespê" îro li kampa Serdemê pêşkeş kir. Şano bi amadebûna bi dehan şênî û zarokên hate pêşkêşkirin.

Armanca ji pêşkêşkirina şanoyê ew e ku li ser rûyê şênî û zarokên ku derûniya wan di encama dagirkeriya Efrînê xirab bûye, ji nû ve kenê xêz bikin.

Nameya şanoyê ew bû ku" em bawerî bi dijmin nekin ji ber ku di her kêliyekê de dikare xiyantê bike."

(şx)

ANHA