Şehîdên mehên Gulan û Hezîranê hatin bîranîn

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê şêhîden mehên Gulan û Hezîranê li gorîstana şehîd Delîl Sarûxan bîr anîn.

Şehîdên mehên Gulan û Hezîranê hatin bîranîn
Şehîdên mehên Gulan û Hezîranê hatin bîranîn
Şehîdên mehên Gulan û Hezîranê hatin bîranîn
28 hezîran, 2018   17:55

QAMIŞLO

Cangoriyên azadiyê yên herêma Qamişlo yên di nava HPG, YPG, YPJ, Hêzên Asayîşê, TEV-DEM, Hêzên Sotor, Erka Xweparastinê, HAT û Antî Teror di mehên Gulan û Hezîranê de li deverên cuda şehîd bûne bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin bîranîn.

Bi sedam malbatên şehîdan di nav de şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fedakar Qamişlo axivî û anî ziman ku xwîna şehîdan li erdê nahêlin û soza şopandina xeta şehîdan dan.

Her wiha merasîmede nasnameyên şehîdên ku hatin bîranîn hatin xwendin.

Di merasîmê de têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) di salvegera şehadeta xweya 22'yemîn de hate bîranîn.

Merasîm bi dirûşemeyên şehîd namirin bi dawî bû.

(mk/hh)

ANHA