Riya gundê Til Qerah û Ehresê hat sererastkirin

Şaredariya Gel a navçeya Ehresê ya girêdayî Kantona Şehbayê riya di navbera navçeyê û gundê Til Qerahê de ku di enacam şer û barîna baranan de xirab bûya, sererst kir.

Riya gundê Til Qerah û Ehresê hat sererastkirin
28 hezîran, 2018   18:03

ŞEHBA

Piştî gilî û gazinên şêniyên herêmê ji xirbûna riya di navbera navçeya Ehresê û gundê Til Qerah, Şaredaiya Gel a navçeya Ehresê dest bi sererastkirina riyê kir.

Şaredarî ji bo xebatên sererastkirinê ku 3 roj dewam kirin, tireksek ji bo dûzkirina rê û madeyên pêwîst bi kar anî.

Hêjayî gotinê ye ku dirêjahiya riya ku ji ber şerên ku li herêmê rû dane û ji ber barîna barananê xirab bûye 25 km ye.

Derbarê mijarê de Hevseroka Şaredariya Gel a navçeyê Bêrîvan Umer got ku ji erka şaredariyê ye ku gilî û gazinên gel bigire û jê re çareseriyê bibîne.

Ji aliyê xwe ve ajokarê bi navê Mihemed Behjet spasiya şaredariyê kir.

(şx)

ANHA