Akadmiya Jinên Sûriyê dewreya perwerdeyê ya 4'emîn vekir

Bi dirûşmeya "Jina azad bingeha civaka azad e" Akademiya Jinên Sûriyê li gundê Tişrîn a bakurê Reqayê 4'emîn dewreya perwerdeyê vekir.

Akadmiya Jinên Sûriyê dewreya perwerdeyê ya 4'emîn vekir
28 hezîran, 2018   17:22

REQA

Dewreya pewerdeyê bi navê şehîd Şîlan Efrîn hat vekirin. 24 endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Kantona Cizîrê tevlî dewreyê bûn. Di dewreya ku dê 25 rojan berdewam bike de wê waneyên fikirî, çandî û siyasî û li ser (girîngiya perwerdê, dîroka jin, Netewa Demokrat, şerê taybet, rexne û rexnedayîn) dê werin dayîn.

Semîre Ebulah ya ku ji Reqayê ye û tevlî dewreyê bûye anî ziman ku ew bi armanca naskirina girîngî û rola jin di avakirina civakê de û xurtkirina tevlîbûna jinê ji hemû aliyên jiyanê re tevlî dewreyê bûye.

Endamê Rêveber a Akademiya Meclîsa Jinên Sûriyê Wefei El-Hisên jî da zanîn ku bi armanca rizgarkirina jinê ji hişmendiya baviksalarî ku di dema DAIŞ'ê lê hatibî ferzkirin û ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe ji bo jiyaneke hevbeş bi zilam re, dê vekirina dewreyên perwerdeyê berdewam bin.

 (şx)

ANHA