Êdî jinên Erebistana Siûdiyê dikarin ajokariyê bikin

Jinên Erebistan Siûdiyê ku ajotina erebeyan di nava bajaran de li wan hatibû qedexekirin, yekem car êdî dikarin di hundirê bajarên xwe de ajokariya tirmpêlan bikin.

Êdî jinên Erebistana Siûdiyê dikarin ajokariyê bikin
24 hezîran, 2018   07:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî gelek gelek bûyerên binçavkirinên çalakvanên mafên mirovan û jinan, her wiha di encama tekoşîna jinên Erebistana Siûdî de careke din jinê hişt ku di biryarên heyî yên dewletê de were çêkirin.

Di vê çarçoveyê de jinê li Erebistana Siûdî dest bi ajotina erebeyên xwe yên taybet kirin. JHin êdî dikarin li kolanên bajarên xwe dikarin ajokariya ereban bikin.

Dema ku biryara derket ku qedexeye jin erebeyan bajon, li ser toreyên tevna civakî û televiziyonên Siûdî wêneyên jinên ku erebeyan li kolanê Siûdiyê dajon hatin belav kirin.

Erebistana Siûdî di meha Hizîranê de dest bi dayîna ruxsetên ajokariyê dan jinan. Jinên ku ruxsetên wan ên navnetewî guhertin û ruxsetên welatê xwe wergirtin.

Şirketa Prais Water Haus Kobers destnîşan kir ku hejmara jinên ku wê di sala 2020`an de ruxsetên wan ên ajotina erebeyan çêbibin wê bibe bighêje sê milyonan.

 (bx)