Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir

Bi koordîneya şêx û rûspiyên herêmê Komîteya Lihevanînê ya navçeya Til Hemîsê du malbat li hev anîn.

Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir
Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir
Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir
Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir
Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir
Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir
Komîteya Lihevanînê nakokiyên du malbatan çareser kir
21 hezîran, 2018   17:56

QAMIŞLO

Bi sedema ku yek ji malbata Eyfan bezê xwe li nav zeviyên malbata Werdan a li gundê Serêc diçêrand di navbera herdu malbata nakokî derket, nakokî gihişt asta kuştina ferdek ji malbata Eyfan.

Komîteya Lihevanînê ya Navçeya Til Hemîsê bi koordîneya şêx û rûspiyên Ereb bi armanca lihevanînê, rûniştinek li gundê Serêc lidar xist.

Endamên herdu malbatê (Werdan û Eyfan) şêxê eşîreya Tey Mihemed Ebdulrezaq, endamên komîteya Lihevanînê ya Navçeya Til Hemîsê û Nûnerê TEV-DEM‘ê Heyal El-Xiweyir di rûniştinê de amade bûn.

Di civînê de, girîngiya lihevkirin û çareserkirina nakokiyan û rawestandina rijandina xwînê, her wiha belavkirina çanda lêborîn û biratiyê hate destnîşankirin.

Berpirsê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM‘ê yê navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiweyir şêx û rûspiyan li ser rola a çareserkirina nakokiyan spas kir û hêviya lihevkirinê ji herdu malbatan xwest.

Di dawiyê de her du malbatê li hev hatin û li pêşiya beşdaran û soz dan ku nakokî dîsa dernekeve.

(bb)

ANHA