Riza Altûn: Cewherê polîtîkeyên Tirkiyê yên li hemberî welatên Ereban neguherîye

Endamê Konseya Rêveber a PKK‘ê Riza Altûn got, "Erdogan bi mebesta zindîkirina dewleta Osmanî gelên Ereb sor dike, lê cewherê polîtîkeyên wê yên mîtînger li hemberî  gelê Kurd û Ereb nehatiye guhertin û diyar kir ku, hilbijartinên pêşwexet jî encamên xetimandina siyasestên wê yên hinder û derve ye."

Riza Altûn: Cewherê polîtîkeyên Tirkiyê yên li hemberî welatên Ereban neguherîye
21 hezîran, 2018   10:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Bewabet El-Ehram" ya Misirê derbarê pişperdeyên polîtîkeyên dewleta Tirk û bandora wê li ser welatên Ereban hevpeyvîn bi Endamê Konseya Rêveber a PKK‘ê Riza Altûn kir.

Altûn li ser pirsa "Hûn gefên Erdogan ên bi armanca şerê li dijî PKK li ser bakurê Iraqê çawa dibênin" got,"Divê gef û êrîşên Erdogan û AKP‘ê yên li ser herêma Qendîl û bakurê Iraqê di çarçoveya polîtîkeyên wî yên li herêma Rojhilata Navîn bi giştî were nixandin. Di sala 2011‘an de dema ku gelê daketin qadann, bi taybet li welatên ereban û banga mafên xwe kirin, ev tiştekî eqlane bû, ji wê demê ve Erdogan û hikûmeta xwe bi mebesta zindîkirina dewleta Osmanî gelên Ereb sor dikir. Li ser vê esasî desteka komên islamî yên tundra li Misir û Lîbaya, û di belavkirina rêxistinên terorîst wekî  Cebhet El-Nusra di demeke kurt de sala 2014‘an cihek girt.

Armanca sereke ya Erdogan û hikûmeta wî di vê demê de, desthilatdariya xwe li ser tevahî Rojhilata Navîn û bakurê Afîrka bi riya van rêxistinan û bi tundiyê feriz bike. Armanca duyemîn jî tevgera rizgariya Kurdî tesfiye bike. Lê bi têkçûya siyasetên wê li Misir û Lîbyayê û biryara cîhanê ya şerê li dijî rêxistinên terorîst wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra re hemû polîtîkeyên wî îflas bûn, hêviyên Erdogan û hikûmeta wê bi ser nektin û tevgera Kurdî îflas nebû, berevajî wê, Kurd roleke girîng di şerê li dijî DAIŞ‘ê de girt û destkeftiyên mezin qezenc kirin, di encamê de Erdogan û hikûmeta xwe di destpêka sala 2015‘an de tesfiyekirina tevgera rizgariya Kurdî kire hedefa xwe ya yekemîn û girtina Rojhilata Navîn bû armanca wê ya duyem.

Rastî, cewherê polîtîkeyên wê yên mîtînger li hemberî gelê Kurd û Ereb nehat guheretin, ya hatî guheretin tenê rêzkirina armanca bû. Dixwest destpêk Ereb paşê Kurd hedef bigire ev yek di sala 2011 heya 2015‘an bû. Gefên li ser Qendîla Iraqê an jî Efrîna Sûriyê encamên van polîtîkeyan e, hedef jê ew e kudan tesfiye bike, Sûriyê û Iraq dagir bike û serdama Osmaniya kevn gav bi gav zindî bike."

Altûn, di berdewama hedîtinê de, li ser pirsa bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî daxuyaniyên Erdogan ên êrîşî sînorê Iraqê bike wiha domand, "Bi rasî hikûmeta Iraqê li hemberî van êrîşan ne bê deng e, rayedarên hikûmetê daxuyanî dan, di nava Serokwezîrê Iraqê jî diyar kiribû ku ev êrîş xaka Iraqê binpê dike û nayê qebûlkirin.

Gelê Iraqê, di nav de hêzên siyasî baş dizanin ku Erdogan û hikûmeta wê roleke mezin ku kirîza Iraqê ya ji 2014‘an de dileyîzin. Lê pirsgirêkên wê yên hundirîn hene, ji ber vê sedemê nikarin bi awayekî aktîf destwerdana mijarê bikin. Li aliyekî din jî hikûmeta Iraqê ya navendî li cihî ku hêzên Tirkiyê derbas kirine nînin. Her wiha mijara doza kurdî ya bi girêk û referndûma dawî dewleta Iraqê xist fikaran. Ji ber van sebeban naxwaze bi dewleta Tirk re yekser bikeve şer de, dibîne ku bi orta darê gefên Tirkiyê û yên kurdî de bigire, tu dibîne ku li dijî gefên Tirkiyê yên li dijî Kurdan e û li dijî gefên Kurdî yê li hemberî Tirkman e. Lê li vir xetek pir qalind heye divê dewleta Iraqê bibîne, Tirkiyê bi xwe di mijara serxwebûnê ji Iraqê de zemîn ji tevgera Berzanî re çêkir û bêyî agahdariya hikûmeta Iraqê îtîaqa petrolê pê re îmze kir.

Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li bakurê Iraqê bi cih kir, hema bêje wekî dewleta serbixwe nêz dibû, Tirkiyê wisa kir da ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê li hemberî PKK û Iraqê de sor bike. Dewleta Tirk li aliyekî dixwaze hin partiyên Kurdî keysbaz bike û li aliyekî din jî xaka Kurdistan û Iraqê dagir dike, di herdu aliyan de jî li dijî Iraqê siyaetên dijmberî dimeşîne, Kurd li Iraqê ne xeter e, lê AKP‘ê û Erdogan bi siyasetên xwe yên Osamanî ew xeter in, li ser vê yekê divê Iraqê kurdan di çarçoveya desturî hembêz bike, parastina xaka Iraqê bi Kurd û Ereban wê pêk were."

Riza Altûn, diyar kir ku artêşa Tirk ji beriya 3 mehan ve derbasî herêma "Biradost" ya dikeve bakurrojhilatê Iraqê û 80:70 km dûrî Qendîlê dikeve bûye, ji wê demê de hêzên artêşa Tirk tenê çend gir girtin. Hêzên me yên "Geîla"- Baskê leşkerî yê PKK‘ê- çalakiyên leşkerî li van herêman pêk tîne  û ziyanên mezin gihandin artêşa Tirk û milîsên wê, dîmenên hin çalakiyan hatin weşandin. Li Qendîl û herêmên din bomebebarana balafiran didome, lê li vir tu hêzên leşkerê yên Tirkiyê nîn in."

Endamê Konseya Rêveber a PKK‘ê Riza Altûn destnîşan kir ku derdora 20 bargehên leşkerî û istîxbaratî yên dewleta Tirk li Iraqê hene, piraniya wan li herêmên wekî Bamerna, Kaniya Masî, Batûfa, Xazo, Şeyladizê, Başîqa û Babeşîn in. Li van bargehan hemû cûryeên çek û alavên leşkerî leşkerî hene û di her operasyonên leşkerî û îstîxbaratî têne bikaranîn. Carnan ev bargeh ji aliyê hêzên me "Gerîla" têne hedefgirtin. Lê hetan niha siyasetên me nehiştiye ku li ser xaka Iraqê şer rû bide. Lê hedefgirtina xaka Iraqê ji aliyê hêzên Tirk ve dê tekez van bargehên veguherînin meydanên şer."

Altûn li ser pirsa derbarê rêveçûna hilbijartinên li Tirkiyê û şansê Erdogan di van hilbijartinan de wiha bersiv da, "Hilbijartinên 24‘ê Hezîranê ji bo Tirkiyê û Rojhilata Navîn pir girîng e. ji ber ku polîtîkeyên salên dawî yên hindirîn û derve yên Erdogan û hikûmeta wê sedema ev şerê mezin û çemberkirina hêzên Rojhilata Navîn bû.

Di şerê li Lîbiya, Misir, Sûriyê û Iraq de rola Erdogan û hikûmeta wî sereke bû, tişta ku li hemberî çareserkirina li Sûriyê û Iraqê dibû kelem pergala Erdogan û AKP‘ê ye. Di hinder de, li djiî muxalifên xwe û di serî de Kurd desthilatke pir mezin dike. Em dikarin bêjin ku Tirkiyê bûye girtîngeheke vekirî. Hilbijartinên 24‘ê Hezîranê fersendeke ji bo xelasbûna jî vê rewşê ye, bşeke mezin a civakê pirsgirêkên ku rast li jiyana wan a rojane tê hîs kiriye, ev yek encamên siyasestên şaş ên hikumeta Erdogan e. Gelek dixwazin ji Erdogan û partiya wî xelas bibin. Erdogan jî bi hestên xelkê dilîze û wan ditirsîne ku heger bi sernekeve dê welat ber bi rewşeke nezelal ve biçe. Di hilbijartinên 2015‘an de Erdgaon siyasetên tirsandina gel da meşandin û wisa berdewam kir heya niha, gel nema dixwaza di nava tirsê de jiyan bike lê belê dixwaze hêvî pêk werin."

Altûn, li ser îlankirina hilbijrartinên pêşwext li Tirkiyê ji aliyê Erdogan ve ev tişt anî ziman, "Sedema ku Erdogan hilbijartinên pêşwext ragihand ji ber ku dibîne ku wê rewşa ya sibe ji ya niha xiarabtir be, ji ber ku hemû polîtîkeyên wî yên derve û hundirîn di rê de xetimîn û civaka hundir bi şeklekî pir mezin parçe bûye, heger di wê rewşê de guhertin çênebana wê nakokiyên ku bighêjin asteke pir xeter rûdaba. Her wiha polîtîkeiyên şer û lîstokên bazirganî bû sedema îflasa aboriya Tirkiyê, ji bo derbaskirina kirîza aborî dê neçar bimîne ku siyaseta rakirina baçeyan û zexta li ser gel pêk bîne.

Di aliyê siyaseta derve de jî , bi taybet li Sûriyê, Tirkiyê di navbera Rûsiya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaiyê de maye, divê hilbijêre cihê wê yê taybet li kuderêyê, Idlib, Efrîn, Bab û Cerablus, ev hemû mijar dê bibin sedema çemberkirina Erdogan bi awayekî ciddî, li ser bê yekê biryara hilbijartinên pêşxwest îlan kir da ku yekem desthilatdariya xwe misoger bike û paşê jî siyasetên xwe yên kevin ji nû ve berdewam bike, ji ber nêzîkatiyên bi vê rengê li hemberî civakê û hevkarên wê dê têkiliyên wê bi civakê re xirabtir bike û wê pir zehmet be ji bo Erdogan ku hevkarên nû ji nû ve ji xwe re çêbike ku pê bawer be."

Li ser pirsa hêza dengdanê ji bo kurdan Altûn wiha bersiv da, "Rêjeya dengên Kurdan li Tirkiyê ji 20% zêdetir e, lê zextên mezin ji aliyê dewletê ve li ser kurdan tê kirin, rêjêma hakim rêjîmeke faşîmz e, 103 hevşaredarên kurd ji karên xwe hatin dûrxistin û ew avêtin girtîgehan, her wiha perlameneterên Kurd di girtîgehên dewletê de ne, derdora 10 hezar siyasetmedarên Kurd jî di girtîgehan de ne. Bê guman ev hemû xezt dê bandoreke neyinî li ser kurdan û encamên dengan bike, lê rexmî vê yek Kurd li ber xwe dide û bi hêz îradeya xwe diparêze."

Riza Altûn di dawiya hevpeyvînê de got," Xeleke girîng divê were diyarkirin.. ne girîng e ku Erdogan di hilbijartinan de bi serbikeve an bin bikeve, ji ber rizgarkirina kurdan ne dûr e, nêzîk e, herger Erdogan di van siyaetên xwe de berdewam kir dê aloziya Tirkiyê ya hundirîn û nakokiyên wê yên bi derve re jî zêde bibin. beriya 10 salan e. êdî siyasetên wî eşkere bûye, dijminahî û şerê li dijî kurdan Erdogan gihandiye vê rewşê tê de, eger heman rêbazê şaş hilbijêre dê heman encaman bigire."