Çavuşoglu, gefa têkbirina Estenayê li Rûsya û Îranê xwar!

Wezîrê Karê Derve yê dewleta tirk Mevlût Çavuşoglu, gefa têkbirina Estenayê li Rûsya û Îranê xwar.

Çavuşoglu, gefa têkbirina Estenayê li Rûsya û Îranê xwar!
21 hezîran, 2018   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê dewleta tirk Mevlût Çavuşoglu, gefa têkbirina hevdîtinên Estenayê li Rûsya û Îranê xwar. Çavuşoglu, di bernameya televizyonekê de axivî û got: "Heke rejîma Sûriyê êrîşên xwe li ser Îdlibê berdewam bike emê pêvajoya hevdîtinên Estenayê bidawî bikin. Me ev hişyarî daye Rûsya û Îranê."

Çavuşoglu, berdewama tehdîtên xwe yên li dijî Rûsya û Îranê de ev tişt anîn ziman: "Li Idlibê 12 cihên me yên çavdêriyê hene. Me ji Rûsya û Îranê re gotiye: 'Heke êrîş li ser vê herêmê çêbe, hevdîtinên siyasî wê bidawî bibin. Şer çiqas berdewam bike, wê berdewam be. Hûn kefîlên (garantor) rejîmê ne. Em dibêjin wê pêvajoya Estena jî û Cinêvê jî bidawî bibe."

Dewleta tirk, di encama hevdîtinên Estena de, li hemberî valakirina Helebê Bab û Cerablûs, li hember valakirina Guta Rojhilat jî Efrîn dagir kibibû.

Hêjayî gotinê ye gefa Çavuşoglu, di demekê de DYE'yê du balafirên F-35 dane tirkiyê û di navbera dewleta tirk û DYE'yê de li ser Minbicê hinek hevdîtin birêve diçin.