'Divê gelê me li Bakurê Kurdistanê dengên xwe bidin HDP'

Rûspiyên êl û eşîrên Kurdan ên kantona Kobanê bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin ku di hilbijartinên 24'ê hizêranê de dengên xwe bidin Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û bi siyasetên Erdogan ên vejandina Osmaniyan neyên xapandin.

'Divê gelê me li Bakurê Kurdistanê dengên xwe bidin HDP'
21 hezîran, 2018   10:32

 DICLE EHMED / KOBANÊ

Di çarçoveya helwestên girêdayî hilbijartinên pêşwext ên serokatî û parlemana Tirkiyeyê de ku tê payîn di 24'ê Hizêran de bêne lidarxistin, rûspiyên êl û eşîrên Kurdan ên kantona Kobanê ji ajansa me ANHA'yê re axivîn.

Rûspiyê eşîra Kêtikan a Kobanê Mulsim Hesen girêdayî mijarê wiha got: "Divê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê îradeya xwe di 24'ê Hizêran de hilbijêre  û divê gelê me li hemberî komployên li dijî wê tên meşandin haydar be." Hesen destnîşan kir ku dîroka hikûmeta Tirkiyeyê bi komkujî û tunekirina gelê Kurd dagirtî ye û herî dawî dagirkirina wê li bajarê aştiyê Efrînê li ber çavên her kesî ye.

Hesen bang li gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir û got ku hilbijartin li ber derî ne û divê ti carî bi daxuyaniyên Erdogan neyên xapandin û wiha domand: "Siyasetên Erdogan ên dijberiya gelê Kurd eşkere ne û nîşana vê yekê jî ew e ku nûnerê gelê Kurd yê HDP'ê Selaheddîn Demîrtaş hêjî digirtîgehê de ye. Ev dîktatoriyeta Erdoga ti pîvan û qanûnan nas nake."

AKP'ê ku serweriya hikûmeta Tirkiyeyê li dijî rayedar û alîgirên HDP'ê ku ji pêkhateyên cûda yên Tirkiyeyê pêk girtin û tundiyê dide meşandin. Hikûmeta AKP'ê ji meha Mijdara 2016'an ve hevserokê HDP'ê yê berê û namzetê wê ji bo serokatiya Tirkiyeyê Selaheddîn Demîrtaş xistiye zindanê.

Rûspiyê eşîrê Bîcan li kantona Kobanê û endamê Komîteya Lihevanînê ya bilind li herêma Firatê Bozan Muxtar diyar kir ku Erdogan di van hilbijartinên pêşwext de hewl dide eger bi ser bikeve dîktatoriyet û hegomoniya xwe li ser Tirkiyeyê ferz bike.

Muxtar destnîşan kir ku ji ber dîplomasiya lawaz û têkçûnên Erdogan ên siyasî li rex têkçûna aboriya Tirkiyeyê ji ber siyasetên wî, êdî rewşa hikûmeta AKP'ê gelekî xirab bûye û ji ber vê yekê Erdogan xwest ku hilbijartinên pêşwext pêk bîne da ku desthilatdariya xwe firehtir bike.

Rûspiyê eşîra Bîcan bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku di hilbijartinên 24'ê Hizêranê de dengên xwe bidin HDP'ê

Serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan pêxistina hilbijartinên serokatî û parlemanê ragihand û di 24'ê Hizêranê de li şûna mijdara 2019'an de hate diyarkirin. Erdogan hewl dide Tirkiyeyê bixe bin serweriya tek kesî û hewl dide rola parlemanê betal bike.

ANHA