Artêşa Lîbiyayê serweriya xwe li ser du benderên petorlê ferz kir

Çavkaniyên leşkerî yên artêşa Lîbiyayê ragihandin ku artêşê serweriya xwe li ser du benderên petorlê piştî çend saetan ji çalakiya rizgarkirinê ferz kirin.

Artêşa Lîbiyayê serweriya xwe li ser du benderên petorlê ferz kir
21 hezîran, 2018   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Lîbiyayê serbaz Ehmed El-Mismarî piştrast kir ku artêşa Lîbiyayê serweriya xwe li ser herdu benderên petrolê Ras Lanof û El-Sedir ên herêma Kevana petrolê ferz kir.

Artêşa Lîbiyayê şerê rizgarkirina bajarê Derna ji destên terorîstên rêxistina El-Qaîdê berdewam dike. Serokê Saziya Niştimanî ya Petrolê di demeke borî de diyar kir ku çalakiya leşkerî ya artêşa Lîbiyayê ji bo vegerandina herdu benderan îro di saetên sibê de dest pê kiriye.

(jh)