Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş

Şêniyên bajarê Amûde êrîşên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bi dirûşma ‘Êdî bese ji dagirkeriyê re, bijî berxwedana gelê me’ meşek li dar xist.

Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
Li Amûdê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş
21 hezîran, 2018   10:10

AMÛDÊ

Li bajarê Amûde meclisên TEV-DEM û Kongreya Star ji bo piştgiriya berxwedana gelê başûrê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk meşeke girseyî li dar xist. Meş li Qada Şehîd Cîhat bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG hate hildan û li dengê endamê Komîteya Revêber a PKK’ê Murat Karayilan hate guhdarkirin.

Meşê heya Navenda Ciwanan domand û li wir vegeriya mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka kantona Qamişlo Pervîn Yûsif axivî û diyar kir ku çawa li Efrînê li ber xwe dan, dê li Başûr jî li ber xwe bidin û wiha pê de çû: “Dagirkeriya dewleta tirk berê xwe daye başûrê Kurdistanê. Bila baş zanibin ku em bi gelê Başûr re ne. Em ji berxwedana xwe gavekê paşde naçin. Dawiya dîktatorî û hovîtiya Erdogan nêzîk e.”

Meşvanan bi sloganên ‘Bijî bexwedana Qendîlê’, ‘Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat yek xebat û yek armanc’,  ‘Ji dagirkeriyê re êdî bes e’ mîtîng bi dawî kir.

(mk/hh/ew)

ANHA