Navê çerxereya El-Elem a Girê Spî bû Azadî

Bi boneya salvegera 3'yemîn a rizgarikirina Girê Spî, Meclîsa Kantonê navê çerxereya El-Elm guhert çarxereya Azadî û alên YPG û YPJ‘ê  hildan.

Navê çerxereya El-Elem a Girê Spî bû Azadî
20 hezîran, 2018   19:48

GIRÊ SPÎ

15'ê Hezîrana 2015'an YPG û YPJ'ê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

Bi boneya salvegera 3'yemîn a rizgarkirina Girê Spî Meclîsa Kantonê şahiyek lidar xist û navê çerxereya El-Elem bi navê " Azadî"guhert û alên YPJ û YPG‘bi firehiya 12 metre û bi dirêjehiya 20 metreyan li çerxereyê hilda.

Bi sedan şêniyên bajêr, di nav de endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, şervanên YPG û YPJ'ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî şahiyê bûn.

Piştî bilindkirina alan, xelekên dîlanan hate gerandin.

(şx)

ANHA