Şêniyên Reqa û Helebê Şeva Qedir lidar xistin

Şêniyên bajarê Reqayê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê Şeva Qedir ku di roja 27'ê Remezanê de pêk tê lidar xistin. Welatiyan di merasîmên Şeva Qdir de lava kirin ku li Sûriyê aştî û aramî pêk were.

Şêniyên Reqa û Helebê Şeva Qedir lidar xistin
Şêniyên Reqa û Helebê Şeva Qedir lidar xistin
Şêniyên Reqa û Helebê Şeva Qedir lidar xistin
Şêniyên Reqa û Helebê Şeva Qedir lidar xistin
Şêniyên Reqa û Helebê Şeva Qedir lidar xistin
Şêniyên Reqa û Helebê Şeva Qedir lidar xistin
12 hezîran, 2018   08:57

EMAR EL-XELEF / REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê berê xwe dan Mizgefta Hinê ya bajarê Reqayê  ya li Kolana El-Mensûr û merasîma olî ya Şeva Qedir lidar xistin. Welatiyan nimêj kirin û duha kirin.

Imamê Mizgefa El-Hine got ku îro li Reqayê ewlekarî heye û cejna Remezanê li hemû welatiyan pîroz kir.

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî welatiyên misilman şeva Qedir li Mizgefta Selaheldîn El-Eyûbî ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye lidar xistin. Welatiyên xiristiyan û misliman jî beşdarî merasîma şeva El-Qdir bûn. her wiha nûnerên partiyên siyasî û endamên saziyan jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm hatin lidarxistin û Qurana Pîroz ji aliyê Şêx Ebulah Ebdulkerîm ve hate xwendin.

Merasîm bi lavkirin û duyan bi dawî bû. Di dûyan de hêvî hate kirin ku li Sûriyê aştî û aramî pêk were.

ANHA