Şêniyên Reqayê bi awayekî zêde cilên

Şêniyên bajarê Reqayê bi hatina cejna Remezanê berê xwe didin cilên "Bale" ji ber ku ji cilên nû baştir û erzantirin.  

Şêniyên Reqayê bi awayekî zêde cilên
Şêniyên Reqayê bi awayekî zêde cilên
Şêniyên Reqayê bi awayekî zêde cilên
Şêniyên Reqayê bi awayekî zêde cilên
12 hezîran, 2018   08:57

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Li bajarê Reqayê ji ber buhabûna cilên nû di demên dawî de cilên "Bale"  bi awyekî zêd belav bûne.

Bi hatina cejna Remezanê re şêniyên bajarê Reqayê bi awayekî zêde cilên bala dikirin.

Xwediyên dukanên cilên bala cilan ji bazirganên ku cilan ji dewletên derve mîna Îtalya, Çîn, Tirkiyê, Belcîka û Elemaniya tînin, dikirin. Başbûna cilan li gorî dewleta ku lê hatieye çêkirin.

Niha dukanên cil û pêlavên bala di cilên nû re dikevin pêşbirkê de ji ber mezibûna buhya di navbera wan de. dukanên cilê bala li gelek kolanên bajarê Reqayê hene.

Yek ji xwdiyên dukanên bala Mihemd El-Casim û Abdulnasir El-Elî tekez kirin ku buhaya cilan ji sûkên dîtir bi gelekî erzantire. Ji ber vê yekê şênî berê xwe didin cilên bala û bi taybet di rojên cejna de.

Dayîka Feysel dayîka 6 zaroka ye got ku ji ber rewşa aborî û buahbûna tiştan li sûkan ji ber wê neçar man ku cilên bala bikirin.

Hêjaye bi bîr xisitnê ku bjarê Reqayê ji destpêka ku ji aliyê şervanê QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û piştî ku şênî li malên xwe vegeriyan tevgera sûkan pir zêde bûye.

(bx)

ANHA