Neçar man dev ji kevneşopiyên cejnê berdin

Cejin nêz dibe û şêniyên Xeza ji ber rewşa aborî ya lewaz, çembera 12 salan didome û şerê li hemberî hêzên Israîl tê kirin, ew neçar mane dev ji hinek kevneşopiyên xwe yên pêşwazîkirina cejnê berdin.

Neçar man dev ji kevneşopiyên cejnê berdin
12 hezîran, 2018   08:44

MUSTEFA DEHDÛH / XEZA

Li herêmeke ku mesaheta wê 365 km2 du milyon mirov dijîn û li wê herêmê ku Xeza ye rewşa aborî gelekî lewaze. Rewşa gel a madî her diçe xirabtir dibe û derfetên gel tine ne ku cejnên xwe li gorî têxwestin bi heyecan pîroz bikin.

Cejna Remedanê pîroz kirin li gorî her herêmekê tê guhertin, Filistîn jî kevneşopiyên wê yên pîrozkirina cejna Remedanê hene û nikare dev jê berde, ew îsal neçar ma ku li gorî dihat xwestin nikarbe cejna Remedanê pêşwazî bike. Misilman hefteya dawiyê ji rojiyê destpê dikin amadekariya cejna Remedanê dikin, gelê Filistîne ji ber çembera Israîl ku ketiye 12 saliya xwe îsal nikare amadekariyên cejnê bike.

Niha li bazara Xeza li gorî salên berê hejmareke kêm ji welatiyan tên ji bo cejnê cil û berg ji xwe re dikrin, ji ber vê yekê tiştên dikandaran li ser hevdû dimînin û nayên firotin, hinek dikandar jî rewşa herêmê didin ber çav û heyanî astekê ku têkneçin, bihabûna madeyan kêm dikin.

Bazirganê bi navê Hemada El-Şerfa hêvî dike ku di van rojên kêm ên berî cejnê tevgerkirina welatiyan li bazarê zêde bibe. El-Şerfa anî ziman ku welatî nikarin pêdiviya xwe jiyanî pêkbînin û gotin belav dibin ku dê cejna Remedanê ya îsal xemgîn derbas bibe.

Jinên Xezayê her sal ji bo cejna Remedanê sewik û kulîça amade dikin, îsal nikarîbûn çêbikin an bikrin.

Şêniyên Xezayê ji bo cejna Remedanê pêşwazî bikin niha neçar dimînin ku tenê masiyên şor bikrin, li Xezayê jî masiyên şor madeya xwarine ya herî erzane.

(np)

ANHA