Komeleya Turkmenan gaveke ber bi vejandina çanda Minbicê ye

Komeleya Turkmenan a bajarê Minbicê hewl dide kevneşopî û çanda pêkhateya Turkmen biparêze. Damezrandina Komleyê bi riya çalakiyên wê gava destpêkê ber bi vejandina çand û kevneşopiya Turkmenan e.

Komeleya Turkmenan gaveke ber bi vejandina çanda Minbicê ye
Komeleya Turkmenan gaveke ber bi vejandina çanda Minbicê ye
Komeleya Turkmenan gaveke ber bi vejandina çanda Minbicê ye
Komeleya Turkmenan gaveke ber bi vejandina çanda Minbicê ye
Komeleya Turkmenan gaveke ber bi vejandina çanda Minbicê ye
8 hezîran, 2018   06:23

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Turkmen yek ji pêkhateyên sereke ya bajarê Minbicê û gundewarê wê ye. Pêkhateya Turkmen yek ji pêkhateyên kevin li herêmê ye û bandor li pêkhateyên din kir û bi wan bi bandor bûn. Di serdema serweriya rêjîma Baasê û dagirkeriya DAIŞ'ê de ev pêkhate jî weke pêkhateyên din ji mafên xwe bê par mabû.

Komeleya Turkmenan a bajarê Minbicê ku di 25'ê Nîsana 2018'an de hatiye avakirin, komeleyeke çandî û civakî ye û hewl dide zimanê Turkmenî vejîne û çand û kevneşopiya Turkmenan ku ji aliyê sîstemên desthilatdar ve dihat paşguhkirin, biparêze. Komele piştgiriya jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de dike.

Komele ji dema hatiye damezrandin ve di van sê mehên borî de gelek çalakiyên çandî li dar xistin. Di nava van çalakiyan de gelek dewreyên fêrkirina zimanê zikmakî yê Turkmenî bûn. Kesên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û yên din ku dixwazin fêrî zimanê Turkmenî bibin, beşdarî van dewreyan bûn.

Komele ji bo avakirina komeke hunerî ya taybet bi Turkmenan di nava xebatan de ye û ji aliyê pisporan ve bi folklor û çanda Turkmenî tên perwerdekirin. Di komeleyê de rola jinan jî sereke ye û beşdarî fikra demokratîk û avakirina civaka xwe dibe û bi hemû hêz û derfetên xwe komeleya xwe pêş dixînin.

Piştî ku Komeleya Turkmenan hate damezrandin ji aliyê dewleta Tirk û AKP'ê ve rastî astengiyan hat û daxuyanî derdixistin da ku welatiyên Turkmen ên Minbicê beşdarî vê komeleyê nebin. AKP'ê bi armanca reşkirina komeleyê gelek derew li ser komeleyê belav dikirin û îdîa dikir ku ew girêdayî Kurdan e. Lê Komeleya Turkmenan a Minbicê bi riya çalakiyên xwe piştrast kir ku ew çand û kevneşopiya taybet bi Turkmenan diparêze.

Girêdayî mijarê Endamê Rêveberiya Komeleya Turkmenan a Minbicê Fayiz Heyder ji ajansa me ANHA'yê re axivî û behsa armancên Komeleyê û çalakiyên wê yên çandî kir. Heyder di axaftina xwe de got ku bajarê Minbic, ji mozayîkeke çandî ya pêkhateyan pêk tê û da zanîn ku pêkhateya Turkmen jî weke pêkhateyên din para xwe ji zordariya desthilatdaran wergirtiye û ji mafên xwe yên çandî û zimanê xwe yê zikmakî bê par mabû.

Heyder destnîşan kir ku piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, jiyana welatiyan di bajêr de xwezayî vegeriya û li ser bingeha projeya netewa demokratîk û afirandina jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de dest bi xwebirêxistinkirinê kirin.

Di derbarê armancên Komeleya Turkmenan de Heyder da zanîn ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe fikra demokratîk û azad di nava welatiyan de belav bikin û dê civaka xwe ji hemû aliyan ve birêxistin bikin û rihê komînal biçespînin.

Di derbarê aliyên ku hewl didin fitne û tevliheviyan li bajêr derbixînin de Endamê Rêveberiya Komeleya Turkmenan Fayiz Heyder di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Xebatên serkeftî ji hin aliyên desthilatdar ve her tim rastî êrîşan tên ji ber ku ne li gorî proje û berjewendiyên wan in. armanca komeleya me birêxistinkirina welatiyên ji pêkhateya Turkmen li herêmê ye da ku di avakirina sîstema demokratîk û azad de bi rola xwe rabe."

ANHA