Stadên werzîşê yên Reqayê tên sererastkirin

Ji dema ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye rizgarkirin, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Reqayê hewl dide hol û stadên werzîşê ku li ser destên çeteyan hatine xirabkirin sererast bike. Komîteyê aliyekî wan sererast kirin û ji bo temamkirina xebatên xwe pêdiviya wê bi alîkariyan heye.

Stadên werzîşê yên Reqayê tên sererastkirin
Stadên werzîşê yên Reqayê tên sererastkirin
Stadên werzîşê yên Reqayê tên sererastkirin
8 hezîran, 2018   07:11

BASIL EBDULLAH / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê di serdema dagirkeriya xwe ya li bajarê Reqayê hemû hol û stadên werzîşê veguhertin zîndan û girtîgehan û stada navendî ya bajarê Reqayê bi nuqteya 11'emîn dihat nasîn û weke girtîgeha navendî ya bajarê Reqayê dihat bikaranîn. Di serdema dagirkeriya çeteyan de stada navendî di mijiyê welatiyan de veguherî durundeyekê. Hola lîstokan jî çeteyan veguhert "Dîwana El-Yetîm"

Piştî ku bajarê Reqayê ji destên çeteyan hate rizgarkirin, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Reqayê dest bi xebatên xwe yên sererastkirina hol û stadên werzîşê kir. Komîteyê zemîna stada navendî û pêleyên wê sererast kirin. Piştre jî stada El-Ferat a başûrê bajêr bi temamî sererast kir.

Komîteyê li vir pêşwaziya şampiyonên werzîşê kir û niha jî amadekariya xwe ji bo şampiyoneke din a tîmên taxên bajêr li stada El-Ferat dike.

Girêdayî mijarê çavdêrê werzîşê yê Komîteya Ciwan û Werzîşê Ehmed El-Şerîf ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku wan bi derfetên xwe yên taybet gelek aliyên hol û stadên werzîşê sererast kirin û dazanîn ku ji bo xebatên sererastkirinê bi dawî bibin pêdiviya wan bi alîkariyan heye.

Ehmed El-Şerîf di dawiya axaftina xwe de behsa xebatên Komîteya Ciwan û Werîzşê û rola wê di birêxistinkirina ciwan û werzîşê de kir.

ANHA