El-Qeftan banga lidarixstina konferanseke niştimanî li hemû aliyan kir

Serokê Partiya Sûriye ya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku hevpeymana Tirkî- Emerîkî di derbarê Minbicê de ne di cihê xwe de ye û tenê hevpeymaneke berjewendiyên siyasî yên taybet bi wan e. El-Qeftan bang li hemû aliyên siyasî yên Sûriyeyê kir ku konferanseke niştimanî li şûna Cenêv û Astana di Sûriyeyê de lidar bixin da ku hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê bêne derxistin, nemaze ti hinceteke wan a hebûna di Sûriyeyê de tune ye û tenê ji bo pêkanîna armancên xwe yên taybet li ser hesabê gelê S

El-Qeftan banga lidarixstina konferanseke niştimanî li hemû aliyan kir
8 hezîran, 2018   05:44

SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Serokê Partiya Sûriye ya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan di hevdîtinekê de bi ajansa me ANHA'yê re behsa geşedanên dawî yên li qada Sûriyeyê û hevpeymana Emerîkî – Tirkî ya di derbarê bajarê Minbicê yê Sûriyeyê de kir.

El-Qeftan di destpêka axaftina xwe de got ku hevpeymana Emerîkî – Tirkî ya ji bo derxistina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarê Minbicê, ji xwe di bingeh de ti hebûna YPG'ê li Minbicê tune ye da ku jê were derxistin. Di qonaxa yekemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê de şervanên YPG'ê alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di rizgarkirina bajêr de kirin û leşkerên wê perwerde kirin. Lê YPG'ê di Mijdara 2016'an de ji bajêr derket û tenê hin şêwermendên wê ji bo perwerdekirina leşkerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê man. YPG'ê duh jî daxuyaniyek da û têde ragihand ku dê hemû şêwermendên xwe ji bajêr vekişîne û ti xebateke wê di bajêr de nemaye.

El-Qeftan destnîşan kir ku dezgehên çapemeniyê behsa hevpeymana Emerîkî – Tirkî kirine û tenê ji aliyekî ve vedibêjin û wiha got: "Di vê derbarê de me tenê nêrîna aliyekî di çapemeniyê de bihîstiye. Bendên vê hevpeymanê çi ne û naveroka wê çi ye, heta niha tiştekî nehatiye zelalkirin. Me tiştekî vê hevpeymanê nedîtiye. Gelo ev hevpeyman tenê girêdayî bajarê Minbicê ye lê girêdayî hin mijarên din in?"

Wezîrê Karûbarên Tirkiyeyê Mewlûd Çawîş Oglû di serdana xwe ya Emerîka de û hevdîtina wî bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Emerîka Mike Pompeo re ragihand ku wan di derbarê bajarê Minbicê yê Sûriyeyê de hevpeymanek pêk aniye  û naveroka wê "nexşeriya parastina ewlehî û aştiya bajêr e", ev li gorî gotina wî.

El-Qeftan destnîşan kir ku ew dizanin ku di navbera herdu endamên NATO'yê de nakokî hene û gelek mijarên taloqkirî di navbera wan de mane çi di derbarê çekên S400 û çi jî di derbarê mijara Fethullah Gûlen de, ango mijara sereke ne bajarê Minbicê ye, ji bo Tirkiyeyê gelek mijarên girîngtir hene, nemaze ji ber ku di encamê de bajarê Minbicê ji aliyê welatiyên wê ve tê birêvebirin û rêveberiya wê ya leşkerî jî heye.

El-Qeftan got ku Sûriyeyê axa hemû welatiyên Sûriyeyê ye û Sûriye hevgirtî ye û ne parçekirî ye û wiha domand: "Ti pirgirêkeke me bi jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de tune ye. Jiyana hevbeş hevgirtina di navbera welatiyên Sûriyeyê de xurt dike û aloziya Sûriyeyê çareser dike."

El-Qeftan destnîşan kir ku eger Tirkiye dixwaze xwe ji herêmên Erebî re vala bike, divê di destpêkê de welatiyên Efrînê ku jê koçber kirine vegerîne û siyaseta xwe ya guhertina demokrafîk li Efrînê rawestîne û divê ji axa Efrînê derbikeve.

Tirkiyeyê di 18'ê adara borî de piştî berxwedaneke leheng a şervanên YPG'ê û hêzên şoreşger  ku 58 rojan dom kir, dagirkeriya xwe li ser herêma Efrînê ferz kir.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê di êrîşa xwe ya li dijî herêma Efrînê de bi sedhezaran welatiyên herêmê neçarî koçberiyê kirin û niha Tirkiyeyê li Efrînê dest bi siyaseta guhertina demografîk kiriye û li şûna welatiyên resen ên Efrînê welatiyên Xota û gundewarên Şam, Humis û Hemayê bi cih dike.

Serokê Partiya Sûriye ya Paşerojê Îbrahîm El-Qeftan di dawiya axaftina xwe de bang li hem] aliyên siyasî yên Sûriyeyê kir ku li şûna Cenêv û Astana konferanseke niştimanî di hundirê Sûriyeyê de li dar bixin da ku hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê bêne derxistin.

ANHA