Mehmûd Seyda banga piştgiriya HDP‘ê dike

Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ofîsa Dirbêsiyê Mehmûd Seyda anî ziman ku Receb Teyyîp Erdogan bi riya hilbijartinên pêşwext dixwaze siyaseta xwe ya qirêj li ser gelan feriz bike. Seyda banga piştgiriya HDP‘ê kir.

Mehmûd Seyda banga piştgiriya HDP‘ê dike
5 hezîran, 2018   08:21

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ofîsa Dirbêsiyê Mehmûd Seyda derbarê hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê ji ajansa me re axivî.

Mehmûd Seyd anî ziman ku Erdogan bi hibijartinên pêşwext dixwaze siyaseta xwe ya qirêj li ser gelan feriz bike û got, "Erodgan xeyal dike ku wê encamên hilbijartinan li gorî texmînên wî be."

Seyda bal kişand li ser kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê û got ku îdîayên wî û pêkanînên wî bi nakok in, dibêje ku ew mafên gelê Kurd diparêze, lê tiştekî wisa nîne. Seyda got, "Erdogan li Bakurê Kurdistanê di nava gelê Kurd de propogendaya ji xwe re dike, axaftinên wî vala ne, dide xuyakirina ku ew mafê kurdan diparêze li kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd ên Efrînê daxuyaniyên wî derew derdixîne."

Nûnerê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ofîsa Dirbêsiyê Mehmûd Seyda di dawiya axaftinên xwe de bang li gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê kir ku ji bo hilbijartinên 24‘ê Hizêranê piştgiriyê bibde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

(bb)

ANHA