Dema hevdîtina Trump û Serokê Koriya Bakur diyar bû

Koçka Spî dema civîna di navbera Serokê Amarîka Trump û Serokê Koriya Bakur Kim Jong-un diyar kir û got ku dê civîn roja 12'ê hizêranê saet 21.00'an li gorî dema Sengefora were lidarxistin.

Dema hevdîtina Trump û Serokê Koriya Bakur diyar bû
5 hezîran, 2018   08:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Koçka Spî roja duşemê ragîhand ku amadekariya hevdîtina bilind a di navbera Serokê Amarîka Trump û Serokê Koriya Bakur Jong-Un de tê kirin û hate destnîşan kirin ku hevdîtina di navbera herdû aliyan de wê roja 12'ê hizêranê saet di 21'an de li gorî dema Sengefora were lidarxistin.

Ev yekem hevdîtine ku di navbera herdû aliyan de wê were lidarxistin. Berdevka Koçka Spî Sarah Sanders tu agahî derbarê civînê ne da.