Şêrzad Yezîdî: Li Efrînê Erebkirin û Tirkkirin di asta herî jor de dimeşe

Nivîskar Şêrzad Yezîdî diyar kir ku li Efrînê siyaseta Erebkirin û Tirkkirinê di nava hevûdu de di asta herî jor de tê meşandin û da zanîn ku herêma Efrînê rastî guhertina demografîk û qirkirinê tê, nemaze biyanî di malên welatiyan de tên bicihkirin û mal û milkên welatiyên resen ên Efrînê piştî ku tên kuştin û koçberkirin, tên talankirin.

Şêrzad Yezîdî: Li Efrînê Erebkirin û Tirkkirin di asta herî jor de dimeşe
5 hezîran, 2018   08:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê Kurd Şêrzad Yezîdî di gotareke xwe de diyar kir ku dîmenên bi êş li Efrîna dagirkirî hêjî berdewam dikin û siyaseta erebkirin û tirkkirinê di asta herî jor de tê meşandin. Her wiha bi dehhezarn welatiyên biyanî ji Xota ya Dîmeşqê, gundewarên Dîmeşqê û ji gelek deverên Sûriyeyê yên di bin serweriya rêjîmê de ne li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê tên bi cihkirin. Li Efrînê niha bi riya bi cihkirina van biyaniyan li şûna welatiyên resen guhertineke demografîk tê meşandin, piştî ku mal û milkên welatiyên Efrînê talan dikin û welatiyên resen neçarî koçberkirinê dikin.

Yezîdî got ku karîseta li Efrînê di hezaran dîmen û wêneyan de eşkere dibe. Ev herêma çiyayî ya ku bi zeytûn û fêkiyan hatiye xemilandin, niha dukaneke bajarê Efrînê ku niştecihekî nû desteserkiriye veguhertiye qesabgeha hêştiran û li ser nivîstandiye qesabê Xota yê Ebû Bîlal El-Şamî. Ne tenê ev e, lê belê di wêneyan de hiştirekî li ber dukanê hatiye girêdan diyar dibe.

Hêştir sewalekî beyaran e û ne pêkan li herêma Efrînê jiyan bike, ev yek nîşaneke zelal a qirêjiya dagirkeriya Tirkiyeyê û El-Qaîdê ye, nemaze eşkere qanûnên hawîrdorê jî binpê dikin. Dagirker bi riya van helwest û kiryarên xwe hewl didin xemla Efrînê jî bişkînin û rêbazên jiyanî di bajêr de belav dikin ku ti girêdana wê bi rastiya bajêr re tune ye. Ev yek tenê zihniyeta dagirkeran di bin navên cîhad û fetih de vedibêje. Erdogan dagirkirina Efrînê bi xwendina ayeta "El-Fetih" a Qurana Pîroz li giştî mizgeftên Tirkiyeyê dest pê kir.

Yezîdî di berdewama gotara xwe de ku di rojnameya El-Heyat de hatiye weşandin wiha dibêje: "Semboliya Hêştir di bazarên Efrînê de dîmena giştî li Efrînê şîrove dike. Em dagirkerî û guhertineke demografîk  ku ti alî li hemberî wê derneketine rû bi rû ne. Efrîn û Efrînî li gorî mentiqa dagirkeriyê ji dagirkeran re helal e. Ev herêma ku sultanê wan Receb Tayîp Erdogan ji wan re diyar kiriye da ku têde kiryarên dagirkerên wan a Baasiya El-Esed pêk bînin da ku têkçûna xwe ya li malên xwe û herêmên xwe veşêrin û bi sedan kîlomîtreyan tên û welatiyên resen ên Efrînê dikujin û mal û milkên wan di bin sîwana dagirkerê Tirk de desteser bikin.

Nivîskar Şêrzad Yezîdî di dawiya gotara xwe de wiha dibêje: "Qurbanî ku nûnertiya desthilatdar dike û bi temamî xwe dişibîne wê… ev dîmenên niştecîkirina kesên ji Xota û ji bilî Xota hatine li Efrînê bi cih bûne şîrove dike."