Li Kabol 4 kes hatin kuştin

Li paytexta Afganîstanê Kabol li nêzî kombûna zanyarên olî êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encama wê de 4 sivîl hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Kabol 4 kes hatin kuştin
4 hezîran, 2018   13:10

NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandarê polîsan Hişmet Stanîkzay di riya toreya tevna civakî "Tolo News" re diyar kir ku kesekî xwekuj li ser herêma kombûna zaniyarên olî êrîşkek li dervî konê hevdîtinê pêk anî. 

Her wiha Serokê Polîsên Kabol Dawid Emîn ragihand ku di êrîşê de 4 sivîl hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyeke  ewlekarî ji Frans pirês re destnîşan kir ku kesê ku êrîşa xwekuj pêk anî li nêzî deriyê kon bû ji ber ku hemû zanyar li wê derê kom bibûn û pêşniyarên li dijî terorê dabûn diyarkirin.

(cu)