Tevgera Çand û Hunerê pêşwaziya kesên behremend dike

Tevgera Çand Û Hunerê li navçya Til Hemîs ragîhand ku ew amadekariyan dike ku pêşwaziya berhem û kesên xwedî çandê ne bike.

Tevgera Çand û Hunerê pêşwaziya kesên behremend dike
4 hezîran, 2018   12:52

QAMIIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê ya Navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo birûşûr li ser xwediyên dikanan, saziyên navçeyê û welatiyan belav kirin û diyar kirin ku ew ê pêşwaziya zarokên xwedî behremenî yên di aliyê çandê de bikin. Da ku wan perwede bike û got ku kesên di warê şano, stran, govend, resim, xêz û neqşênê wê û mûzîkê dikin.

Kesên temenên wan di navbera 9 û 15 salan dikarin navê xwe qeyd bikin û daxwaznameyên xwe ji navenda çand û hunerê re pêşkêş bikin. Qeydkirina navan wê ji 6'ê hizêranê destpê bike û heta 20 heman mehê dewam bike.

(dc)

ANHA