'Şêniyên Minbicê rêveberiya xwe dikin û ewlekariya xwe diparêz in'

Serokê Tevgera Nûjenî ya Niştimnî Ubêd Nehas derbarê serdana şandeya wan ji Minbicê û Bakurê Sûriyê re daxuyanî da û got ku wan dît ku şêniyên Minbicê bi xwe rêveberiya xwe dikin û ewlekariya xwe diparêz in.

'Şêniyên Minbicê rêveberiya xwe dikin û ewlekariya xwe diparêz in'
4 hezîran, 2018   13:19

MINBIC

Nehas daxuyaniya xwe bi beşdarbûna Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan da û girîngiya derfeta wan a şopandina ezmûna li Minbicê anî ziman.

Nehasê ku serkêşiya şandeya ku dê biçe Reqayê jî dike ev tişt anî ziman: "Duh em çûn bajarê Reqayê, tevî wêranî û êşa lê hate jiyankirin, bûye nîşaneya hêvî û jinûve avakirina pêşerojê. Di nava wêraniyê de tu jiyanê dibîne ku çawa ji nû ve diafire. Şêniyên Reqayê ji nû ve malên xwe ava dikin. Li vir vegera jiyanê diyar e. tevger û çalakiyên mirovan diyar e."

Nehas, di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Dema me bajarê ji nêvî zêdetir hatiye wêrankirin dît. Ev wêrnaî em ê hemû bi hev re bavêjin pişt xwe. "

Tevgera Nûjenî ya Niştmanî ji 2'ê hizêranê ve dest bi serdana herêmên Bakurê Sûriyê kir. şandeya Tevgerê ji bajarê Minbicê dest bi serdana xwe kir.

Serokê Tevgera Nûjenî ya Niştimnî Ubêd Nehas derbarê serdana wan ji bajarê Minbicê re jî got: "Ez zêde tiştekî li ser ezmûna li Minbic nabêjim. Tişta me di van herdû rojên derbasbûyî de dît, me hevdîtin bi rayedaran re pêk anîn. Rewşa li wir mirova rehet dike, me dît ku çawa şêniyên Minbicê rêveberiya xwe dikin. Di aliyê sivîl, ewlekarî û leşkerî de jî ew rêveberiya xwe dikin, em  hêvî dikin ku hemû gelê Sûriyê karibin wekî vê ezmûnê pêk bîn in."

Derbarê civîna wî bi Melcîsa Leşkerî ya Mibicê re jî Nehas da zanîn ku ew rehet bûn ji hevdîtina bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re û wiha dom kir: "Me bi wan re behsa rewşa ewlekarî dît, me behsa hin têbîniyên li ser ezmûna wan kir, hêviya me heye ku Minbic û şêniyên xwe bi ked û tekoşîna partiya Sûriya Pêşerojê bibe himêza hemû şêniyên xwe."

Nehas her wiha destnîşan kir ku ew hêvî dikin Minbic û herêmên din ên Sûriyê bibin meydana aramî û ewlekariyê yên herêmî.

Nehsa di dawiya axaftina xwe de jî got ku kesên derve pir dixwazin vegerin û wiha dom kir: "Lê tişta bi êş koçberiya ji welatê me ku pêk tê. Îro welatê me birîndar e. Em hêvî dikin hemû welatî vegerin wlarê xwe û pêla koçberiya gelê Sûriyê bi ked û tekoşîna wan raweste.

(dc)

ANHA