ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.06.2018
4 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Hejmarek welatiyên Efrînê yên Êzidî yên li kampa Serdem a li kantona Şehbayê bi cih bûne gotin,"Em dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin, ew dizek in, mal û milkên me talan kirin û zarên me direvînin û pîrozgehên me dirûxînin û ji me re dibêjin hûn gawr in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bajarê Minbicê yek ji mezintirîn bajarên gundewarê Helebê ye û nêzî 90 km rojhilatê bajarê Helebê dikeve. Minbic di qonaxên dîrokî yên cûda re derbas bûye û li vir Asûriyan, Samiyan, Romaniyan û gelek şaristaniyên din serweriya xwe ferz kirine. Ji ber vê taybetmendiyê Minbic şahidê gelek şer û pevçûnan bû, lê hatina Îslamiyan aştiyane bû û derbasbûna wan a herêmê bi hevpeymanekê bi qebîleyên xiristiyan ên di wê demê de li herêmê jiyan dikirin, pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmarek welatiyên Minbicê yên ji Êla Bobena qetilkirina 5 welatiyên ji êla xwe li Efrînê ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirik a dagirker şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi van kiryarên xwe diyar dike ku ew dewleteke teror e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rûnê sax yek ji xwarinên kevin ên gelêrî li ba civaka koçeran e û sedema tenduristî û hêza laşê wan e. Rûnê sax ji şîrê pez tê çêkirin û heta roja me ya îro berdewam tê çêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kêmbûna çêre û bilindbûna teklufeyên xwedîkirina sewalan zehmetiyên lawrivaniyan zêde dike, li ser vê yekê lawirvanan neçar man ku nîvê sewlanên xwe bifroşin da ku li ser beşê din serif bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Buroya Jin a PYD‘ê daxuyenî derbarê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê, li kampa Berxwedan dide. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mala Jin a kampa El-Tiwêhîne ya gundewarê bakurrojavayê Tebqayê ji bo başkirina rewşa jinên koçber di kampê de xebatên xwe berdewam dike û di van rewşên dijwar de kar ji jinan re peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA