Meclîsa Jin a Tebqayê pirsgirêkên jinên koçber çareser dike

Mala Jin a kampa El-Tiwêhîne ya gundewarê bakurrojavayê Tebqayê ji bo başkirina rewşa jinên koçber di kampê de xebatên xwe berdewam dike û di van rewşên dijwar de kar ji jinan re peyda dike.

Meclîsa Jin a Tebqayê pirsgirêkên jinên koçber çareser dike
Meclîsa Jin a Tebqayê pirsgirêkên jinên koçber çareser dike
4 hezîran, 2018   04:53

ESMEHAN UMER / TEBQA

Mala Jin a kampa El-Tiwêhîne beriya nêzî 4 mehan hate vekirin û ji wê demê ve hewl dide rewşa jinên koçber ên di kampê de baş bike.

Mala Jin di hundirê kampa El-Tiwêhîne de ji 10 xebatkarên jin pêk tê û perwerdeyan ji jinan re organîze dikin.

Endama Rêveberiya Mala Jin a kampa El-Tiwêhîne Sîham El-Hesen El-Şewax ji ajansa me ANHA'yê re axivîn û kar û xebatên xwe vegotin û wiha anî ziman: "Armanca me alîkariya bi jinên koçber re ye da ku rewşa wan baştir bibe û hemû pirsgirêkên jinên koçber di aliyên madî û manewî de bêne çareser kirin. Em derfetên kar ji jinan re di hundirê kampê de li gorî derfetên heyî peyda dikin."

Girêdayî kar û xebatên Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin Sîham di berdewama axaftina xwe de got ku wan bêtirî 100 pirsgirêkên jinan ku piraniya wan girêdayî gengeşeyên hevseran bûn çareser kirine.

Sîham got ku wan  di kampê de kargeheke dirûtinê ji jinan re vekirine da ku jinên koçber karibin debara xwe werbigirin û wiha domand: "Bi hevkariya Meclîsa Jin a Tebqa û El-Curniyê me di kampê de kargeheke dirûtinê vekir da ku jinên koçber karibin di aliyê aborî de barê xwe bavêjin ser milên xwe, nemaze piştî ku rewşa wan ji aliyê hemû rêxistinên mirovahiyê ve hatiye paşguhkirin."

(jh)

ANHA