Cotkarên Minbicê: Berhemên telif bû, me tu sûd jê negirt

Di encamên kêmbûna barana zivistanî û lehiya ku di dawiya buharê de rebû, ziyanên  giha çandiniyê. Cotkaran diyar dikin ku wan windahiyên mezin dîtin.

Cotkarên Minbicê: Berhemên telif bû, me tu sûd jê negirt
Cotkarên Minbicê: Berhemên telif bû, me tu sûd jê negirt
Cotkarên Minbicê: Berhemên telif bû, me tu sûd jê negirt
Cotkarên Minbicê: Berhemên telif bû, me tu sûd jê negirt
2 hezîran, 2018   07:51

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Di encama barana ne de wext de ku di dawiya buharê de li Minbicê û gelek herêmên din ên Bakurê Sûriyeyê bariya, ceh û genim telif bûn, her wiha , hin cured zebze wekî dolme, miloxiya, xes, sîr lewaz man. Ji ber vê yekê cotkaran windahiyên mezin dîtin.

Hejmarek cotkaran diyar kirin ku berhemên îsal li beramberî yên par pir kêm e ji ber barana ne di wext de û lehiyan.

Xemîs Mihemed Setûf ji gundê Menkûba yên dikeve bakurê rojhilatê bajarê Minbicê diyar kir ku baran destpêka zivistanî nehat, ber dawiya buharê hat û lehî rabû, ziyanên mezin gihandin çandiniyê, bi tayên yên zivistanî.

Setûf her wiha anî ziman berhemên çandiyên yên havînî jî para xwe ji bahoza baranê girt, gelek cure di bin avê de mane û bi avê re çûn û destnîşan kir ku wan dest bi paqijkirina erdê bacanên reş, bacanên sor, îsot û xiyar kirin.

Setûf got ku wî ji beriya 50 rojî dolme derxtiye bazaran û her yek kilo bi 160 lîreyên Sûrî difroşe û dibêje ku wî sûd ji berheman negirtiye ji ber ku beriyên ku ser dermanên çandiniyê û sotemeniyê daye, dernexistiye. Xemîs Mihemed Setûf her wiha diyar kir ku heqdestê karkeran jî ji bo her saetek kar 150 Lîreyên Sûrî ye, heta dawiyê rojê 600 lîre ye.

Cotkarê bi navê Ebdulbasit El-Yûsif ji gundê Hacî Abidîn ê dikeve başûrê rojavayê bajarê Minbicê jî diyar kir ku hilbirînên zivistanî û havînî ji ber barana zêde ziyanên mezin dîtin û wiha têne ziman, " Meqdûnis, perpar, miloxiya, xes û sîr ziyan dîtin, pelên wan zer bûye, pêwîste dermanên pêşûyan were reşandin ji ber ku nexweşî li wan ketiye."

(bb)

ANHA