Di rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên Ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişandin ser hemleya QSD'ê ya ji bo rizgarkirina herêmên gundewarên Dêrazor û Hesekê yên di destê DAIŞ'ê de mane, Îsraîl piştgrî da ku hêzên rêjîma Sûriyê li ser sînorê wê yê bi Sûriyê re be, Rûsiya xwest ku divê hêzên Îranê ji Sûriyê vekişin û aloziya Yemenê.

Di rojnameyên ereban de îro
2 hezîran, 2018   07:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de di çarçoveya rewşa Sûriyê de hemleya QSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê, rewşa Başûrê Sûriyê girtin dest.

Hemleya QSD

Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê sernavê "Amarîka endamên QSD'ê li Kobanê perwede dike, ji bo berdana DAIŞ ji Dêrazorê teqwiya tê kirin" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Hêzên QSD'ê di navbera Hesekê û Dêrazorê de êrîşî DAIŞ'ê dike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hêzên QSD'ê ku ji kurdan û ereban pêk tê nêzî êrîşa li ser DAIŞ'ê bûne û wiha dom kir: "Êrîş dê bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî ya Amarîka serkêşiya wê dike, dê pêk were. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku çalakiyên QSD'ê û Koalîsyonê dê di nava saetên pêş de dest pê bike.

Amarîka xetên sor tîne bîra rêjîma Sûriyê

Li ser mijara gefên rêjîma Sûriyê ya derbarê êrîşa li ser hêzên QSD'ê rojnameya El-Heyat sernavê " Washington Dîmeşq derbarê vekirina şerê rojhilat hişyar kir, rêjîm divê li ser daxwaza Rûsiya çekdarên Îranê bê bandor bike" avêt.  Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Pentagon Esed ji êrîşa li ser hevkarên xwe û Washington hişyar kir" avêt.

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê " Washington careke din xetên xwe yên sor li Sûriyê tîne bîra Esed"avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Amarîka careke din xetên xwe yên sor li Sûriyê xêz dike û wiha dom kir: " Washington rêjîma Sûriyê ji êrîşa li ser hêzên QSD'ê ku piştgiriya wan dike, hişyar kir. Hişyarî piştî çend saetan ji daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtina televiyzonekê de, tê de got ku ew ê bakur-rojhilatê Sûriyê careke din bi awayekî aştiyane yan bi şer vegerîne. Ev daxuyaniya Esed wekî derketina beranberî Amarîka û hebûna wê ya li Sûriyê bû. Generalê Amarîkî Kenneth McKenzie ji desteya Erkan a Amarîka ji rojnamavanan re axivî û got ku divê çi aliyê di Sûriyê de destwerdan kiriye baş bizane ku êrîşa li ser hêzên Amarîkî û hevkarên wan ên di Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê dê siyaseteke pir xirab."

Îsraîl hebûna rêjma Sûriyê li ser sînorê xwe qebûl dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê sernavê "Îsrîl piştgiriya vegera hêzên rêjîma Sûriyê ya li sê noqteyên stratejîk ên li ser sînorê  wê dike" Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku çavkaniyên siyasî ji Til Ebîbê diyar kir ku danûstendinên di navbera Serokwezîrên Îsraîlê û yê Rûsiya de di riya telefonê pêk hat û itîfaqa destpêkê bi xwe re anî û wiha dom kir: "beriya wê jî hevdîtin pêk hatbûn û di encamê de li ser bi cihkirina hêzên rêjîma Sûriyê ya li ser sînorê Îsrîl bi Sûriyê re lihvev kirin, ev dê beranberî vekişandina hêzên Îranê ji Sûriyê pêk were."

Urdin

Derbarê rewşa Urdinê jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "QIralê Urdinê li ser xeta aloziya sotemenî û ceyranê ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Qiralê Urdinê Ebdulahê duyemîn duh ket ser xeta aloziya sotemeniyê û xazê ku di encama biryara zêdekirina buhayê sotemeniyê derket û di encamê de çalakiyên gel hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hate xwestin ku hikûmet istîfa bike."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî diyar kir ku Serokwezîrê urdinê Hacî El-Melqî di peyamek ji wezaretên welat û aliyên têkildar re şand got ku ferman ji Qiral hatiye ku biryara buhabûna sotemeniyê were rawestandin û wiha dom kir: "Ji ber rewşa aborî ya di meha Remezanaê ya pîroz. Tevî ku buhayê neftê di asta cîhanî de buhabûye, ev biryar derket."

Washington careke din ket aloziya Lîbiya

Derbarê rewşa Lîbiya rojnameya El-Heyat sernavê "Artêşa Hefter herêmeke bi firehiya 480 kîlometir li Derne xist dest" avêt. Rojnameya El-Ereb jî sernavê "DYA ji bo parstina berjewendiyên xwe careke din vediger dosya Lîbyayê" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku DYA demek dirêj li benda pêşniyara Firansa ya derbarê Lîbiya de ranewestiya û wiha dom kir: "Hewl da ku careke din rola xwe ya pêşeng di aloziya Lîbiya vegerîne. Wiha jî berjewendiyên xwe yên demkî û stratejîk biparêze. Ev jî di riya peyamên siyasî ku alavên leşkerî li pişt wê ne ji Firansa û hemû Ewropa li pişt wê, pêk hat. Bi vêyekê jî mezada (Bazara li hevzê dekirinê) ya pirojeyên xwe yên siyasî di dosya Lîbiyayê ku hîn ji hemû aliyan re vegiriye, pêk tîne."

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Hevkariya bejahî, deryayî û ezmanî ji bo şerê El-Hedîda pêk hat"  Rojnameyê di nivîsa xwe de  got ku hêzên Yemenê yên hevbeş xwe ji bo şerê El-Hedîda amade dike û wiha dom kir: "Balafirên şer ên Koalîsyona Erebî jî riyên ku di wan re piştgirî ji Hûsiyîn re tên dişopîn in û karwanên piştgiriyê bombebaran dikin."

Filistîn û çalakiyên 'Meşa Vegerê'

Derbarê rewşa Filistînê de jî rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê " Washington li dijî pirojeya biryara parastina filistîniyan li Xezayê Vêto bikar anî" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê " Li Xeza û Heyva beşdarbûnek mezin di 'Meşa Vegerê' de" avêt. Rojnaemyê got ku welatiyên filistînî duh berê xwe dan sînorê rojhilat ên di navbera Xeza û Filistînê û tevlî çalakiya îna dehan a 'Meşa Vegerê û şikandina çemberê' bûn. 

(dc)