Zehmetî zêde dibin û alîkarî kêm e

Bi hatina meha Remezanê û bilindbûna pileya germê re, zehmetiyên koçberên kampa Tiwêhîna ya dikeve gundewarê bakurê rojavayê Tebqayê zêde dibe, rêxistinên mirovî jî erka xwe ya li beramberî koçberan pêk nayînin û rewşa wan paşguh kirine.

Zehmetî zêde dibin û alîkarî kêm e
Zehmetî zêde dibin û alîkarî kêm e
Zehmetî zêde dibin û alîkarî kêm e
Zehmetî zêde dibin û alîkarî kêm e
Zehmetî zêde dibin û alîkarî kêm e
2 hezîran, 2018   07:55

ESMEHAN UMER – UDEY EL-EHMED / TEBQA

Li gorî bîlançoya Rêveberiya kampa Tiwêhîna ya dikeve gundewarê bakurê rojavayê bajarê Tebqayê derdora 2 hezar û 200 malbat ên ji herêmên cuda yên Sûriyê li kampê jiyan dikin. Koçberên kampê di şert û mercên pir zehmet de ji kêmbûna derfetan, paşguhkirina rêxistinên mirovî û germbûn û hwd jiyan dikin.

Rewşa koçberan di meha Remezanê de zehmetir dibe. Alîkariyên xwarinê ku car caran ji aliyê rêxistinên herêmî ve têne şandin kêm in, têra tenê çend rojan dike û pêwîstiyên hemû koçberan bi cih nayîne.

Wekî ajansa ANHA‘yê me serdana kampê kir û rewşa koçberan şopnad.

Koçber bi navê Mustef Ismaîl  diyar kir ku ew ji gundên bajarê Hemayê ji ber hovîtiya rêjîma Sûriyê koçberî kampê bûye û zehmetiyên ku li kampê dikişine wiha parve dike, "Em pir zehmetiya dikişînin. Ev demeke dirêj alîkarî nehatine belavkirin. Em xwarinê dikirin û buhayê wan ji bo ne munasib e. Rewş li vir di her aliyan de xirab e. Tenê av heye ew jî ji bo vexwarinê ne guncaw e."

Her wiha em rastî jina bi navê Semîra Casim, hatin. Semîra dibêje ku ew dayika 5 zarokan e ji herêma Eqrebiyan a ser bi Hemayê ve di encama polîtîkeyên rêjîmê de neçar ma warê xwe berde û xwe li kampê bigire. Semîra Casim wiha behsa astengiyan kir, "Bi bilindbûna pileya germê û xwazeya vî cihê re, ji ber ku li rexe çemê Firatê ye, pileya germê tê guhertin, di encamê de, nexweşiyên zarokan derkevin wekî girîpê. Li vir jî derfetên dermankirinê kêm e, em zarokên xwe dibin derdixînin derveyî kampê, madiyeta me jî têrê nake ku barên tedawîkirinê rake."

Semîra her wiha bal kişand li ser alîkariyên ku têne şandin û ev tişt anî ziman, "Alîkariyên têne şandin têrê nakin, ji ber ku her mehekê carekê tê şandin."

(bb)

ANHA