ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31.05.2018
31 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Welatiyekî Efrînê ku komên çete yên girêdayî artêşa Tirk neçar kirin ku ji gundê xwe derbikeve, karibû ji herêma Efrînê derbikeve û berê xwe bide kantona Şehba û wiha got: "Tiştekî weke berê tune ye, tevlihevî li her derê ye, şêwaz û rengekî cûda li Efrînê derketiye, ne welatî welatiyên wê ne û ne jî gel gelê wê ye. Li Efrînê çandên ji beyara Sûriyeyê û Xûta ya Şamê li herêmê tê bicihkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sektretêrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kovan Keno li dijî komployên dagirkeriya Tirkiyê yên li hemberî gelê Kurd banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistan li aliyê Kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê ya Herêma Cezerat a gudewarên rojhilata Dêrazorê ji roja hatiya avakirin 250 dozên jin çareser kir, 50 pirsgirêk têne lêkolînkirin, her wiha 50 jî radestî dadgehê hatin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a navçeya Til Koçer ji bo xurtkirina binsaziya herêmê li gorî projeyên pilankirî dixebite. Şaredariyê bi hemû derfetên xwe hewl dide xirabiya ku di dema dagirkeriya çeteyan de rû daye ji nû ve ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi vekirina Xwaingeha Kampa Eyn Îsayê re, barê koçberan sivik dibe. Xwaringehê rojane 4 hezar û 500 kg xwarin, danê fitarê û tûrbeyên nan belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Kanotna Şehbayê, ji ber dorpêça ji hemû aliyan, her wiha qedexekirina derbaskirina tankên petrolê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, pirgirêka kêmbûna madeyên sotemeniyê tê jiyankirin. Kêmbûna madeyên sotemeniyê di gelek aliyan de bandoreke neyinî çêkir.

DOSYA

- Herêma Minbic xwedê cihekî dîrokî û stratîjîk e. Minbic dikeve rex çemê Firatê, her wiha nêzî sînorê Sûriyê - Tirkiyê û bajarê Helebê ye. Li aliyekî din jî nûqteya ku herêmên gundewarê rojhilat û bakurê Helebê dighêjîne hev din. Li ser vê yekê wekî navenda tevgera çandî û civakî tê dîtin. Dewleta Osmaniyan û rêjîma Baaş di dema ku hukmê xwe li ser herêmê feriz kiribûn, hewl dan demografiya herêmê biguherin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di van demên dawî de gelek guhertin û destwerdan di aloziya Sûriyeyê de derketin, bê guman dê bandorê li aliyên wê bike, ango rêjîm û opozîsyon û dê bandorê li paşeorja vê aloziyê bike. Yek ji van guhertin û destwerdanên vê qonaxê hewldana sînordarkirina serweriya Îranê di Sûriyeyê de ye. (BI WÊNE)

ANHA