Minbic…Polîtîkeyên Osmaniyan û Rêjîma Baas – 2

Herêma Minbic xwedê cihekî dîrokî û stratîjîk e. Minbic dikeve rex çemê Firatê, her wiha nêzî sînorê Sûriyê - Tirkiyê û bajarê Helebê ye. Li aliyekî din jî nûqteya ku herêmên gundewarê rojhilat û bakurê Helebê dighîne hev din. Li ser vê yekê wekî navenda tevgera çandî û civakî tê dîtin. Dewleta Osmaniyan û rêjîma Baaş di dema ku hukmê xwe li ser herêmê feriz kiribûn, hewl dan demografiya herêmê biguherin.

Minbic…Polîtîkeyên Osmaniyan û Rêjîma Baas – 2
31 gulan, 2018   04:17

NAVENDA NÛÇEYAN / EKREM BEREKAT

Teymûrlang sala 1401'an êrîşî bakurê Sûriyê kir û bajarê Minbic dagirkir û wekî bargeha ji bo pêkanîna hemleyên xwe yên li ser Sûriyê nîşan kir, leşkerên wî bajar wêran kirin û kevir li ser kevirekî nehişt. Minbic veguherî erdekî vala, kavilkirî. Salên di navbera 500 heta 1900 de jiyan lê rawestiya.

Akademsyenê Zanîngeha Oksgfordê Hinrî Mandrêl ku rênasê şirketa Elmeşriq bû, di sala 1697`an serdana herêma Mibicê kirbû,  di derbarê rewşa bajêr de wiha dibêj sala 1697'an de serdana Minbicê kir û derbarê rewşa wê de wiha got, "Li vî warê ti tiştekî mezin nemaye". Minbic bi temamî rûxiya bû. Li aliyê wê yên rojhilat beşek sure wê saxlem ma. Li aliyê rojavayê bajêr korteke kwir 100 yarde (91,4)

350 malbatên Çerkes li Minbic hatin bicihkirin

Bi armanca guhertina demogfrafiya herêma Minbicê, Sulanê Osmanî Ebdulhemîd yên duyemîn sala 1878'an de 350 malbatên Çerkes li Minbicê bi cih kir. Di heman demê de jî dewleta Osmanî hemleya qirkirinê li dijî Ermenan pêk anî ku heta 1923'an dewam kir.

Her wiha Dewleta Osmanî bi armanca ku renegî Osmanî bide bajarê Minbicê di

sala 1904‘an de  li baza bajêr banyoyên giştî ava kir û li ser banyoyan "Sulatan bixêrhatina we dike" hate nivîsandin. Dewleta Osmanî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn 1914 – 1918 bi Hêzên Hevpeyaniyê re (Ampratoriya Alman, Austria, Mejeristan û Qeralîteya Bulgaria) ya li hember Qeralîteya Yekbûyî, Ireland, Fransa û Rûsya Koalîsyon pêk anî. Osmaniyan seferberî ragihand, kesên ku bikaribin çek rakirin bi çek kirin û ew ber bi herêmên şerê ve, di nav de Minbic ve şandin.

Ji encamên sereke yên Şerê Cîhanê, hilweşandina Opmrastoriya Osmaniyan, dabeşkirina welatên ereban li gorî Peyama Seyks Bicot. Sûriya, Lubnan û Mûsil ket bi serweriya Fransa û Urdum û Filistîn ji bo Inglîstanê. Li vir jî rewşa Minbic wekî xwe ma.

Piştî derketina Fransa ji Sûriyê sala 1946'an. Êdî welatî Minbic di nava partiyên siyasî xwe bi rêxistin kir,  her wiha dibistan li Minbic û gundewarên wê hatin avakirin. Yekemîn Navenda çandê li Minbicê bi nave Navenda Çanda Erebî ya Minbicê hate vekirin.

Baas ji Osmaniyan ne dûr bû

Rêjîma Baas polîtîkeyên derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên de û guhertina demografî, meşand. Desthilatdariya Partiya Baas  di sala 1974'an de bi bahaniya ku gundên başûrê Minbicê di ava gola Bendava Firatê de ma

bi hezaran malbat koçî gundên herêma Cizîrê kirin û li 43 nişetecîgeh bi navê "El-Xemer" ku dirêjahiya xeta di navbera Serêkaniyê û Dêrikê ava kiribû, bi cih kirin. Rêjîma Baas di sala 1982'an de, bi bahaniya ku gelê Minbicê beşdarî tevgera li dijî Partiya Baas bûye, her wiha ji bo ku desthilatdarî

bajarê Minbicê û hejmarek gundên girêdayî wê bi tankan dorpêç kir û xof di nava şêniyên wê de çêkir. Di sala 1999'an de bi sedan şêniyên gundên li Çemê Firatê yên girêdayî Minbicê bi bahaniya ku gundên wan di bin avaê Bendava Tişrîn de koçî gundewarên Meskene kirin.

Li bajarê Minbicê di serdema desthilatdariya Partiya Baas de tu pêşketin pêk nehat

Berevajî wê, rêjîmê mozayîka herêmê ya eşîrtî parçe kir.

Êlên Minbic

Li herêma Minbicê zêdeyî 30 êlên Ereb hene, Benî Seyîd, Bobenda, El-Xenayîm, El-Xenafra, El-Begara, El-Mucadema, El-Busltan, Benî Esîd, El-Welda, El-Turkmen, El-Neyîm, Weled Elî, Elberq, El-Celad, El-Xerac, El-Demalxa, El-Ewn, El-Xellat, El-Bû Selah, El-Hemdûn, Benî Cemîl, El-Bû Etîq, El-Umeyrat, El-Şireyrat, El-Meserat, El-Bû Diş, Şemer, El-Beraqşe, El-El-Elcan, El-Bû Betrûş, Uceyl Benî Seyîd, El-Şiyûx, El-Bû Ecûr, El-Ceabira, El-Hesan, El-Mefalîc, El-Helîsat, El-Herîsat, El-Tewamat, El-Hedîdiyîn, El-Bû Xemîs, El-Bû Mesra, El-Werdat, El-Bû Mani, Xeface, El-Xanim, El-Ciabat, El-Bû Hesen, Ebû Îsa, El-Hizîfe, El-Xerawiyîn, El-Edwan, El-Sebxa Ebû Muslim, El-Xayit, El-Cîsat û El-Qeramîte. Her wiha êlên Kurd wekî Kîkan, Qero Bek û Elî Dên hene.

Bi destpêka pêvajoyao Şoreşa Sûriyê re, gelê Minbicê li hember rêjîmê Bass daketin qadan, xwepêşandana yekemîn li bajêr 21'ê Nîsana 2011'an de destpê kir. Hin komên çekdar 19'ê Tîrmeha 2012'an de bajar girtin, ew komanan wêrankirin û talankirina bajarê kirin û heta Çileya 2014'an de di nava pevçûnan de bûn, ku bajar veguherandibûn bajarekî reş.

SIBE: Minbic serdama tarî û serînetewandina ji DAIŞ' re

(bb)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>