'Em Efrînê dixwaz in, alîkariyên we naxwaz in'

Şêniyên Efrînê yên di kampa Berxwedan de dimîn in, berdan şandeya Rûsî ku di bin navê alîkarîdayîna welatiyan hatin kampê û gotin, "Em Efrîn dixwaz in, em alîkariyên we naxwaz in."

'Em Efrînê dixwaz in, alîkariyên we naxwaz in'
30 gulan, 2018   11:28

ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin û li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi cih bibin. Welatiyên Efrînê di kampên Berxwedan û Serdemê de bi cih bûne.

Îro Efrîniyên di kampa Berxwedan de bi cih bûne berdan şandeyeke Rûsî ku di bin navê alîkariya dayînê hatin kampê û ji wan re gotin ku ew Efrîn dixwaz in ne alîkariyên wan.

Welatiyan diruşmeyên "Rûsiya li ser dagirkeriya Efrînê bi dewleta Tirk re lihev kiriye"

Ev ne cara yekem e ku şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimîn in berdidin şandeyên Rûsî yên di derbasî kampên Şehbayê dibin. Di meha derbasbûyî de jî şandeyek Rûsî derbasî kampê bûn, lê welatiyên Efrînê qebûl nekir şande derbasî kampê bibe û alîkariyên wan jî qebûl nekirin.

(dc)

ANHA