'Tiştên bapîrên wan pêk anîn, ew îro dikin'

Ermeniyan û Kongreya Star li navçeya Zurganê ya Kantona Hesekê ji hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî daxwaz kirin ku zextê li Hikûmeta Tirkiyê bikin ku hêzên xwe ji Efrînê vekşîne û gotin: "Emê dest ji Efrînê bernadin, em ê terorê têk bibin, Tiştên bapîran pêk aniyia îro neviyên wan dikin"

'Tiştên bapîrên wan pêk anîn, ew îro dikin'
'Tiştên bapîrên wan pêk anîn, ew îro dikin'
30 gulan, 2018   11:16

HESEKÊ

Welatiyên Ermen û Kongreya Star ên navçeya Zurganê du daxuyaniyên cûda dan.Di daxuyaniyan de kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê hate şermezarkirin û piştgirî dan berxwedana gelê Efrînê.

Bi dehan welatiyên Zurganê li ber mala Gel a navçeyê kom bûn û daxuyanî hatin xwendin. Daxuyaniya Ermenên navçeyê ji aliyê Ciwanê Ermenî Haîl El-Elî ve hate xwendin. Daxuyaniya Kongreya Star jî ji aliyê Endama Rêveber a Kongreyê Selwa Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniya kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin û hate gotin ku beriya 103 salan dewleta Tirk a toranî êrîşa hovane li dijî gelê me yê Ermenî pêk anî, zêdeyî milyonek welatiyên ku jin, zarok, kalpîr û kesên bê guneh di nav de qetil kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wan di komkujiyên xwe de tu cûdahî ne dixistin navbera pêkhat, ol û mezheban de  û wiha dirêjî dan daxuyaniyê: "Li dijî welatiyên siryan jî komkujiya Sêfo pêk anîn. Ev li ber çavên hemû cîhanê pêk anîn. Ema tu aliyan dengê xwe ne kirin."

Di daxuyaniyan de hate bibîrxistin ku tiştên bapîrên Tirkan pêk anîne îro neviyên wan jî pêk tîn in û bang li hemû hêzên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku erka xwe ya mirovahî li dijî kiriyên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê pêk bîn in, her wiha zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji Efrînê derkeve.

(dc)

ANHA