Îraq.. Komisyonê encama dengên hezar û 21 navenda îptal kir

Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encama dengên hezar û 21 (1021) navendên karanîna denga îptal kir.

Îraq.. Komisyonê encama dengên hezar û 21 navenda îptal kir
30 gulan, 2018   11:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro ragihand ku encama dengên hezar û 21 navendên dengdanê li Iraq û Herêma Kurdistanê îptal kirine.

Li gor vê encama 73 navendên dengdanên li Hewlêr, li Embar 50, li Bexda 6, li Selahaddîn 36, Nînava 179, li Diyana 2, li Dihok 224, Kerkûk 186 û Silêmaniyê 96 e.

Her wiha Komisyonê diyar kir ku encamên 67 navendên dengdanê yên li Elmanya, Urdin, DYA, Swêd, Brîtanya û Tirkiyê jî îptal kirine.

Her wiha Komisyonê ragihand ku di çarçoveya lêkolîna li ser 2 hezar navendên dengdanê de, encama 852 navendên din îptal kirine.