ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.05.2018
19 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îvan Mihemed li Şehîdgeha Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo dê were oxirkirin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN.

- Buroya MSD'ê ya Helebê derbarê polîtîkeyên guhertina demografiya Efrîn, wê daxuyaniyekê li ber avahiyê meclîsê bide. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Partiya Sûriyeya Pêşerojê civînekê li navenda Çand û Hunerê ya kantona Kobanê ya Baqî Xido lidar dixe. Saet 11: 00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Akademiya Feysel Ebû Leyla ya QSD'ê dewreyeke perwerdeyê bi dawî dibe. Saet 08:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Dibistana Pîşesazî ya bajarê Qamişlo destek ji kesên xwe pispor di aliyê pîşesaziyê de xwest.

CIVAK Û JIYAN

- Mamosteyên bajaroka Xiranîca Rojava û Rojhilat bi derfetên kêm zarokan perwerde dikin. Mamosteyan daxwaza alîkariyê ji Meclîsa Sivîl a Dêrazorê kir, da ku xebatên perwerdeyê bi serkeftî derbas bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dayika Werda di şer û mercên koçber û kêmderfan kur û hevserê xwe yên astengdar xwedî dike. Dayika Werda banga alîkariyê dike. . (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya navçeya Til Rifet av gihand ji sedî 80'yê navçeyê, niha jî xebatên belavkirina eltrîkê û vekirina sûkekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Weqfa Jinan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji dema hatiya damezirandin û heta niha lêvegera sereke ya hemû jinên herêmê ye. Weqfajinan ji bo pêkanîna qanûnên jinan û parastina wê bê navber tekoşînê dide meşandin û bi vê yekê dixwaze pirsgirêkên di nava civakê de kêm bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA