Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê  û Girê Spî, her wiha herêma Tebqayê serdana gorên şehîdan kirin û find vêxistin.

Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
18 gulan, 2018   19:48

KOBANÊ

Bi boneya 18'Gulanê, şêniyên kantona Kobanê cangoriyên azadiyê bi merasîmekê bîr anîn.

Merasîmê bîranînê li Şehîdgeha Dicle hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Desteya Siyasî ya MSD'ê Mihemed Hesen axivî û got ku herêm bi xwîna şehîdan hatiye avadan û bang li hemû welatiyan kir ku destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatiye qezenkirin, biparêzin.

Piştî axaftinan find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

GIRÊ SPÎ

Malbatên şehîdên kantona Girê Spî çûn Şehîdgeha Mehmûd Tiûmê.

Li vir merasîmek hate lidarxistin. Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Îbarhîm sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest  û banga xwedîderketina li şehîdan kir.

Malbatên şehîdan find li ser gorên wan vêxistin.

TEBQA

Malbatên Şehîdan Tebqayê û nûnerên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, şervanên QSD'ê, şêniyên herêmê piştî fitarê, serdana şehîdan kirin û find li ser gorên wan pêxistin.

Li Goristana Şehîdan merasîmeke hate lidarxistin.

Di merasîmê de Endama Komîteya Karûbarên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq  axivî û got, "Em li vir kom bûne, ji bo ku em şehîdên xwe bi bîr bînin. Şehîdên me di dil û canê me de ne û ronahiya riya me ne."

Dayika Şehîd Ehmed El-Esed Fatima El-Şawî jî axivî û got ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û soza şopandina xeta wî nû kir.

Piştî axaftinan girse find li ser gorên şehîdan vêxistin.

(bb)

ANHA