Li Xaneqîn teqîn: kesekê jiyana xwe ji dest da
Li herêma gundê Elî Sebahî ya navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyale mayînek teqiya. Di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li herêma gundê Elî Sebahî ya navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyale vê êvarê mayînek teqiya.
Berpirsê Beşê Lezgîn a Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqînê Selam Eshed diyar kir ku di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Gundê Elî Sebahî dikeve bakur rojavayê navçeya Xaneqînê. Dem dem liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê li wê herêmê diyar dibe.