Navenda Çandê ya Tebqayê tê temîrkirin

Komîteya Çand û Hûnerê ya Rêveberiya Demokratîk a herêma Tebqayê û bi alîkariya saziya Inşayê ya girêdayî Daraya Giştî ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk ji bo ji nû ve avakirkirina navenda Çandê ya li taxa Sanî ya bajarê Tebqayê dest bi kar û xebatên kiriye.

Navenda Çandê ya Tebqayê tê temîrkirin
Navenda Çandê ya Tebqayê tê temîrkirin
Navenda Çandê ya Tebqayê tê temîrkirin
Navenda Çandê ya Tebqayê tê temîrkirin
Navenda Çandê ya Tebqayê tê temîrkirin
13 gulan, 2018   09:03

TEBQA

Ekîbên kar û xebatê yên girêdayî saziya Inşayê ji destpêka meha Adarê ve destbi xebatên rakirina bermahiyên şer kir. her wiha xebatên amadekirina saziyên bajar jî hate kirin.

Di çarçoveya xebatan de Navenda Çand û Hunerê jî tê temîrkirin, da ku bikeve xizmeta şêniyên herêmê. Di çarçoveya xebatan de bermahî hatin rakirin, her wiha dika şano ya li qatê yekem, her wiha odeya qatê yekem bi temamî hatin amadekirin. Dîwarên wê hatin boyax kirin, her wiha derveyî avahiyê jî bi kevirê zer hate çêkirin. Xebatên temîrkirinê hîn jî bi hemû hêza xwe didome.

Di sala 2013'an de piştî bajarê Reqayê ket destê komên çekdar ên navê Artêşa Azad li xwe dikirin, bi çend rojan, balafirên şer ên Rêjîma Baas navenda Çandê bi dijwarî bombebaran kir. Şahidên bûyerê diyar kirin ku di wê demê de 2 rojan dûman ji avahiya ku mezintirîn navenda parastina çan û mîrasê herêmê bû, derket.

Di dema çeteyên DAIŞ'ê erêm dagirkirin, tiştê ji navenda çandê mabû kirin, girtîgeh.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Elî El-Elaya derbarê xebatên temîrkirinê diyar kir ku li gorî pîlana wan daniye di destpêka sala were de dê xebatên amadekariya navenda Çandê bi tememî bi dawî bibe.

(dc)

ANHA