Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe

Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku beriya aloziyê di kargehên nitirê û werşeyên dirşûnê de dixebitîn, bi armanca geşkirina boriya herêmê û peydakirina derfetên kar, jinûve dest bi vekirina kargeh û werşeyên xwe kirin. 

Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe
Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe
Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe
Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe
Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe
Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe
Aboriya taxa Şêxmeqsûd jinûve geş dibe
13 gulan, 2018   08:54

ROZANA DADO / HELEB

Bajarê Helebê paytexta aborî ya Sûriyeyê bû, gelek kargeh û werşeyên pîşeyên cûda lê hebûn. Lê aloziya Sûriyê û şerê ku li herêmê qewimî, bandoreke neyînî li ser rewşa aborî kir, ji ber ku kargeh û werşeyên Helebê hatin rawestandin. Ev yek bû sedem ku gelek welatî bê kar bimînin. 

Li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd jî 255 kargeh û werşeyên pîşeyên cûda hebûn. Lê di rewşa şer de piraniya kargehan ziyan dîtin û ji xizjmetê derketin.

Piştî ku taxa Şêxmeqsûd hat rizgarkirin, rewşa herêmê bi ewle bû, pisporên dirûnê û cil û bergan (ku beriya aloziyê kargehên wan hebûn) ketin tevgerê û dest bi vekirina kargehên xwe kirin da aboriya herêmê jinûve geş bibe û derfetên kar ji welatiyan re bêne peydakirin.  

Berpirsê werşeyeke dirûnê ya taxê, Mustefa Ehmed beriya mehekê werşeya xwe jinûve vekiriye. Mustefa wiha got, ″Di rewşa şer de aboriya herêmê lawaz bû. Lê niha rewş bi ewle bûye û tevgera aborî û bazirganî hin bi hin vedigere.″

Di werşeyê de 10 kes dixebitin. Caw û pêdiviyên din ê werşeyê ji herêmên derdorê têne peydakirin. Berhemên werşeyê li derveyî taxê jî tên firotin.

Berpirsê kargeha nitirê (tetrîz) Hîvan Bekir da zanîn ku armanca wan ew e ku aboriya herêmê jinûve geş bibe û wiha axivî, ″Beriya du hefteyan me kargeha nitirê vekir. Li kargehê 8 kes dixebitin. Di demên pêş de em ê kargehê firehtir bikin.″

Xebatkarên werşeyên dirûnê û kargehên nitirê heftane ji 20 heta 35 hezaran heqdestiya xwe werdigirin.  

(mm)

ANHA