Jinên Cirniyê gelek nexweşiyan bi babûnc derman dikin

Jinên bajaroka Cirniyê ya Tebqayê kevneşopiya pêşiyên xwe ya berhevkirina babûnic ku wekî dermanê gelek nexweşiyan tê naskirin, didomîn in. Babûna berhev dikin di dermankirina gelek nexweşiyan de bikar tîn in.

Jinên Cirniyê gelek nexweşiyan bi babûnc derman dikin
Jinên Cirniyê gelek nexweşiyan bi babûnc derman dikin
13 gulan, 2018   09:17

ESMEHAN UMER/TEBQA

Jin gelek herêman berê xwe didin xwezayê û gîhayên cûda cûda berhev dikin û wekî derman bikar tînin. Jinên bajaroka Cirniyê ya Tebqayê jî di vê çarçoveyê de kevneşopiya pêşiypên xwe ya berhevkirina babûnic didomîn in. Babûncên berhev dikin wekî derman ji gelek nexweşiyan re bikar tîn in.

Di dema buharê de jinên Cirniyê berê xwe didin xwezayê û dest bi berhevkirina babûnica li ber çemê Firatê dikin.

Bi destpêka sala 2012'an de komên çete bajarok dagir kirin, wê demê li jinan hate qedexekirin ku derkevin nava zeviyan. Lê piştî Tebqa hate rizgarkirin, jinên herêmê carek din karê xwe yê berhevkirina babûnic û cûreyên din ên gîha dewam kirin.

Babûnic ziwa dikin û di gelek nexweşiyên wekî tirs, infilwenze û aciziyê de tê bikar anîn.

Jina bi navê Qedriya Ebdû ya ji bajaroka Cirniyê derbarê mijarê got ku ew babûnic berhev dikin, baş dişon û ziwa dikin, paşê jî bi avê re dikîlîn in û didin zarok û mezin in.

Qedriya da zanîn ku babûnic di dermankirina gelek cûreyên nexweşiyan bi taybet şewbê de tê bikaranîn.

Qedriya da zanîn ku ew vexwarina babûnic di ser bikaranîna dermanan re dibînin.

(dc)

ANHA