Dagirkeriya Tirkiyê zeviyên genim ku hîna nestewyaye diçine

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê zeviyên genim yên welatiyên Efrînê ku hîna nestewyaye diçine

Dagirkeriya Tirkiyê zeviyên genim ku hîna nestewyaye diçine
10 gulan, 2018   12:49

EFRÎN

Çavkaniyek ji Efrîn ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê zeviyên genim ên şêniyên Efrînê ku hîna nestewiyaye diçinin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê 3 derase anîn û dest bi çinînê kirin û zeviyên nêzî stasyona sotemeniyê ya li ser riya Cindirêsê û rojavayê bajarê Efrînê, her wiha yê muxtarê gundê Tirindê û yê malbata Hec Îzet, her wiha yê li rojavayê başûrê bajarê Efrînê çinîn.

Heman çavkaniyan, diyar kirin ku xwediyê zevî newêrin nêzî zeviyên xwe bibin û destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gefên kuştinê li wan dixun.

Serokê Desteya Çandiyên ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Salih Îbo diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê genim hîna nestewiyaye û zeviyên welatiyan têk dibe.

(bb)

ANHA