Pira Reqaya  Simir bi awayekî demkî hate temîrkirin

Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê pira Reqa El-Semra ku gundên rojhilat û rojava yên Reqayê dighîn hev bi awayekî demkî temîr kir.

Pira Reqaya  Simir bi awayekî demkî hate temîrkirin
Pira Reqaya  Simir bi awayekî demkî hate temîrkirin
Pira Reqaya  Simir bi awayekî demkî hate temîrkirin
10 gulan, 2018   12:41

FIDA ELÎ/REQA

Çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê gulana 2017'an de beriya ji herêmê birevain , pira Reqa El-Semra teqandin. Lewma hêzên QSD'ê pirek demkî wekî anternatîf çêkir, da ku welatî karibin bi hêsanî biçin û werin.

Di encama barîna baranê ya zêde ku di rojên dawî de bariya, pir zirar dît, ew jî bû sedema ku kemyonên di ser pir re derbas bibin, ji xweta xwe derketin.

Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê  li gorî derfetên xwe yên heyî dest bi temîrkirina pir kir.

Ev gav bi armanca derbasbûna erbeyên welatan bi hêsanî pêk were. Pir kemyonên bar ên giran ranake.Pira behsa mijarê riya bingehîn ku rojava û rojhilatê Reqa dighîne hev.

Seroka Komîteya Jinûve avakirinê Ebdulah El-Eriyan derbarê mijarê ji ajansa me re axivî û got ku ji ber lehiyên dema dawî û ji ber dewleta TIrk newama Qermox vekir û ava zêde tê re berda pir bi bandor bû û beşek jê hilweşiya.

Ebdulah El-Eriyan di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew niha xebatên jinûve temîrkirina pran bi awayekî demkî didomîn in û ev tişt anî ziman: "Derfetên me ji bo amadekirina pir bi temamî nîn in."

(dc)

ANHA