Rûsiya: Îsraîl 70 fûza avêtin Sûriyê, zêdî nêvî hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsiya diyar kir ku balafirên Îsraîlê 60 fûza ber bi xaka Sûriyê ve avêtin. Di heman demê de Îsraîl 10 fûza ji erdên xwe jî ber bi bargehên Îranî û hêzên rêjîma Sûriyê ve avêtin û got ku zêdeyî nêvî hatin xistin.

Rûsiya: Îsraîl 70 fûza avêtin Sûriyê, zêdî nêvî hatin xistin
10 gulan, 2018   12:51

NAVNEDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsiya îro bi daxuyaniyekê ku li ser Sutinik hate weşandin de diyar kir ku hêzên çekdarî yên Îranê û hêzên parastinê yên ezamnî yên Sûriyê ku li nêzî paytext Şamê û li başûrê Sûriyê ne, rastî êrîşê hatin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsiya, Îsraîl di êrîşê de 28 balafirên şer ên F15 û F16 bikar anîn, di riya wan re jî 60 Fûzayan ber bi xaka Sûriyê de avêtin, her wiha 10 fûza ji hindirê Îsraîlê ve avêtin.

Wezareta Parastinê ya Rûsiya destnîşan kir ku hêzên parstinê yên rêjîma Sûriyê bersiv da û zêdeyî nîvê fûzayan beriya bighêjin armanca xwe anîn xwarê.

Îro di saetên sibê de Îsraîl derbarê mijarê got ku bargehên leşkerî yên li girên Colan ji aliyê hêzên Îranê yên li Sûriyê ne ve hatin topbarankirin  û destnîşan kirin ku wan jî bersiva topbaranê dan û bargehên wan ên li Sûriyê û noqteyên parstina ezamanî yên rêjîma Sûriyê kirin hedef.

Hêjaya bibîrxistinê piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Nitinyaho ji serdana Rûsiya hat pêk hat.

(dc)