Akademisyen: Hemas xwe li şûna rêxistina rizgarî hesab dike

Akademisyen û Lêkolînerê Filistînî Fadî Nesar Tevgera Hemas rexne kir û got: "Tevgera Hemas a Filistînê ji destpêka damezirandina xwe û heta niha li dijî tevegera niştimanî ya Filistînê derdikeve. Her dem bi nerîna partîtî li mijaran dinerin."

Akademisyen: Hemas xwe li şûna rêxistina rizgarî hesab dike
10 gulan, 2018   06:32

MUSTEFA EL-DEHDÛH / XEZA

Akademisyen û Lêkolînerê Filistînî Dr. Fadî Nesar derbarê parçebûna di nava tevgerên siyasî yên Filistînê de ji ajansa me re axîvî û diyar kir ku piştî Tevgera Hemas di hilbijartinên sala 2006'an de bi ser ket û heta derbeya sala 2007'an de û hîn jî Hemas hemû herêma Xeza xistiye destê xwe.

Dr. Nesar her wiha da zanîn ku Hemas ji destpêka tevlî rêxistina azadîxwaz a Filistînê bû ye û heta niha doza para herî mezin a Meclîsa Niştimanî ya Rêxistina Rizgarîxwazan dike. Her wiha dixwaze xwe wekî anternatîk ji rêxistinê re pêşniyar bike.

Nesar her wiha destnîşan kir ku Serokê Filistînê Mehmûd Ebas di dema dawî de 20 hezar memûrên sivîl ên herêma Xeza erkdar kir da ku bi vê yekê zextê l iHemasê bike û wiha dom kir: "Bi vê yekê Ebas xwest sedema têkçûyîna xebatên lihevanînê  û hewldanên hikûmeta Misrê bixe sukra Hemasê."

Akademisyen û Lêkolînerê Filistînî Dr. Fadî Nasir Di dawiya axaftina xwe de jî got ku Tevgera Hemas û Berxwedana Gelerî kursiyên vala qebûl nake, ji ber ew dinere ku ew kursî ji wê re hatine destnîşankirin.

(dc)

ANHA