Rewşa tenduristî li navçeya Şedadê baş bûye

Piştî ku navenda tenduristiyê û dermanxane hatin vekirin, rewşa tenduristiyê li navçeya Şedadê baş dibe.  

Rewşa tenduristî li navçeya Şedadê baş bûye
10 gulan, 2018   07:02

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Di dema dagirkeriya DAIŞ′ê de rewşa tenduristiyê ya navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê pir xirab bû. Piştî ku QSD′ê navçe di 19′ê Sibata sala 2016′an de rizgar kir, xebatên tenduristî jinûve dest pê kirin.  Her wiha li navçeyê dermanxane û navendên tenduristiyê hatin vekirin.  

Di 14′ê Nîsana 2018′an de jî navendeke nû ya tenduristiyê li navçeyê hat vekirin. Ev navend xizmeta tenduristiyê pêşkêşî 150 gundan dike û dermanan bê pere pêşkêşî nexweşan dike.

Li navendê 6 hemşîre, doktorekî nexweşiyên gişt û doktorekî diranan dixebitin. Her wiha nexweşxaneyek jî li navendê heye. Dema ku rewşa nexweşxan giran be jî, vediguhêzin nexweşxaneyên Hesekê.

Hemşîreya bi navê Emel Silêman ku li navendê dixebite got ku ew 24 saetan xizmeta tenduristiyê pêşkêşî gel dikin. 

Nexweşê bi navê Hisên Ehmed jî spasiya kadroyê tenduristiyê yê navenda tenduristiyê kir. 

(mm)

ANHA